DERSÎM – Endamê Koordînasyona Hilbijartinê ya Yekîtiya Şoreşger a Dersîmê Yusuf Topçu, diyar kir ku derî bi derî digerin û wate û girîngiya hilbijartinê vedibêjin. Topçu, da zanîn ku hêviya gel a ji Yekîtiya Hêza Şoreşger pir zêde ye û wiha got: “Encama hilbijartina 31’ê Adarê ya Dersîmê dê guhê Enqereyê ker bike.”Ji hilbijartina 31’ê Adarê re 13 roj man. Xebatên hilbijartina 31’ê adarê ya Yekîtiya Şoreşger a Dersîmê li çar aliyê Dersîm, navçe û gundê wê berdewam dike. Xebatên Yekîtîya Hêzên Şoreşger ku bi ziyaretên sazî û rêxistinên civakî û sivîl dest pê kir, niha li tax û gundan belav dibe û didome. Li Bajar hemû partiyên siyasî xebatên xwe bêdeng û bê tevger berdewam dikin. Welatî jî diyar dikin ku civak dê di hilbijartina 31’ê Adarê de her kesî mat bike. Endamê Koordînasyona Hilbijartinê ya Yekîtiya Şoreşger a Dersîmê Yusuf Topçu, diyar kir ku gel bi kelecanek mezin li benda roja 31’ê Adarê ye û wiha got: “Em derî bi derî digerin û wate û girîngiya hilbijartinê vedibêjin. Hêviya gel a ji Yekîtiya Hêza Şoreşger pir zêde ye. Hêza Yekitiya Şoreşger hêzê dide gel. Bendewariya gel ji wan ewe ku yekitiyê pêş bixin. Em jî hewl didin bibin bersîva heviyên gel. Encama hilbijartina 31’ê Adarê ya Dersîmê dê guhê Enqereyê ker bike. ‘  BI KOMÎSYONÊN TAXAN XEBATÊ DIMEŞÎNIN Topçu, anî ziman ku li ser Koordinasyona Hilbijartinê û Komîsyonên Taxan xebatan pêşve dibin û wiha bi dawî kir: “Em mal bi mal digerin û wateya hilbijartinê vedibêjin. Her çend xebatên hilbijartinê bêdeng be jî, em kelecana ciake ya ji bo 31’ê Adarê di çavên wan de dibînin. Bendewariya gel a ji bo Yekîtiya Hêzê zêde ye. Ev bendewarî hem hêzê dide me û hem jî bêtir me teşwîkî xebatê dike. Gel li dijî asimilasyon, zext û polîtikayên înkarê bêtir berê xwe dide Hêza Yekîtîya Şoreşger.  DENGÊ DERSÎMÊ DÊ ENQERE QER BIKE Topçu, destnîşan kir ku bi taybetî bi qeyûmê vîna gel hatiye xezpkirin û gelê Dersimê dê di hilbijartina 31’ê Adarê de guhê Enqere ker bike. Topçu, bilêv kir ku gel tu carî li dijî zilmê netewandiye û ji niha û şûnde jî serî li hemberî zilmê natewîne.  MA / Semra Turan Parve bike: