Hêzên dagirker ên Tirk li dijî herêma Çiyayê Cûdî êrîşa hewayî pêk anîn û li aliyê din top avêtin herêmê.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên xwecihî hatine bidestxistin hêzên dagirker ên Tirk danê nîvro li dijî herêma Girê Çolya û gundê Gunikremo yê Cûdî êrîşa hewayî li dar xistin.

Hate ragihandin ku ji bejahiyê  jî gelek top li herêmê ketine. Têkildarî bombebaranê agahiyên zelal nehatin bidestxistin.