Serdanên ji bo berxwedêrên greva birçîbûnê yên li Strasbourgê didomin, ku 94 roj in di greva birçîbûnê de ne.

Tevî greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger li Strasbourgê greva birçîbûnê ya bêdem û bi dorveger a li ber avahiyên Konseya Ewropa û CPT di hefteya çaran de ye.

Greva birçîbûnê ya bêdem-bidorveger ku pênc rojan carekê komek ji 10 kesan didomîne, vê hefteyê ji aliyê koma TJK-A ve dewr hate girtin.

Komê doh serdana berxwedêrên greva birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger ziyaret kir. Zozan Rojava bi navê komê di dema serdanê de axivî û diyar kir, armanca pêngava berxwedanê ya bi pêşengiya jinê, bidawîkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e, lewma ev berxwedan xwedî girîngiyeke dîrokî ye.

Rojava destnîşan kir, Tevgera Azadiyê ya Kurd têkoşîna azadiya jinê ye û anî ziman, Leyla Guven asta azadiyê ya jinên Kurd nîşan dide. Rojava diyar kir, azadiya Ocalan azadiya jinan e û destnîşan kir, heta ku tecrîd bi dawî bibe wê têkoşîn bidome.