Navenda  Çand û Hunerê ya Xabûr a bajarê Hesekê bi boneya Cejna Newrozê îro li taxa Miftî ya şahiyek ji bo zarokan li dar xist.

HESEKÊ

Bi dehan zarok û malbatên wan tevlî şahiyê bûn. Di şahiyê de berhemên hunerî ji şano, dîlan û stran ji hêla komên Navenda Xabûr ve hatin pêşkêşkirin.

Koma Pêşerojê (El-Mustebel) a girêdayî Gerînendeya Perwerdeyê ya Hesekê sirûda Ey Reqîb xwend. Ji aliyê xwe ve Koma Raperîn a Navenda Xabûr dîlanek gelêrî, Koma Eşbal Xabûr û Koma Bihar stran pêşandan.

(şx)

ANHA