Malbata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û malbatên 3 girtiyên din ku li Imraliyê ne, ji bo hevdîtinê serlêdana li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê kirin.
Birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan û wasîs Mazlûm Dînç ji bo ku biçine Imraliyê bi rêya parêzeran serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Malbatên girtiyên din ên li Iımraliyê yên Hamîlî Yildirim, Oomer Hayrî Konar û Veysel Aktaş jî bi rêya parêzeran serlêdana hevdîtinê kirin.
SERLÊDANA PARÊZERAN NEHATE QEBÛLKIRIN
Duh parêzerên Ocalan Ibrahîm Bîlmez, Raziye Turgut, Serbay Koklu, Mazlûm Dînç ji bo ku miwekîlê xwe bibînin cara 800’î serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Serlêdana parêzeran nehate qebûlkirin.