Enamê Koordînasyona Amedekar a Newrozê ya HDP’ê Atîlla Ozdag, got ji bo Newroza sibê ya li Bazara Gel a Bakikoyê ew li bendê ne ku bi sed hezaran kes werin.

Rêxistina Bajêr a Stenbolê ya HDP’ê wê Newrozê 24’ê Adarê, Yekşemê li Bazara Gel a Bakirkoyê, li Stenbolê pîroz bike. HDP pêşbiniya wê dike ku nêzî milyonek mirov werin pîrozbahiya Newrozê, bi broşûr, pankart, bi bangên medyaya sosyal banga tevlêbûna li Newrozê dike.

Endamê Koordînasyona Amadekar a Newrozê Atîlla Ozdag, têkilî haziriyên Newrozê agahî da. Atîlla got, ”Wateyeke dîrokî ya Newrozê heye, lê ji bilî vê xwedî dîrokeke berxwedanê ye. Nexasim ew roj e ku ên çewisandî li dijî zaliman rêxistiniya xwe dikin, têkoşîna xwe geş dikin. Ji hêla siyasî ve jî, rojeke wiha ye ku Kurdan berxwedan lê zêde kiriye, gelên Rojhilata Navîn li ser zemîneke hevpar bi kar tîne. Newroz bû platforma têkoşînê. Newroz êdî ji Rojhilata Navîn derbas kir. Dîroka xwe ji berxwedana dijî Dehaqê zalim digire lê Deheqên serdema me jî hene. Ji bo vê cihekî wê yê taybet heye.”
 
GREVA BIRÇÎBÛNÊ WATEDARTIR DIKE
 
Ozdag got ev nêzî 10 rojan e ku xebatan dikin, diyar kir, ew dixwazin Newroza îsal bi rengekî bêhempa pîroz bikin û domand, ”Em bi du navendan difikrin; Newroz Amedê, her demê ya herî girîng e, lê ya Stenbolê jî  bi kêmanî bi qasî ya Amedê girîng e. Stenbol yek ji wan bajaran e ku Kurd pir lê dijîn. Heke bi wateya ku me lê bar kirî em lê binerin, li ber me du hilbijartin hene û li dijî tecrîê bi pêşengiya Leyla Guven berxwedana greva birçîbûnê didome. Em dixwazin Newrozê bi vê têkoşînê re bikin yek, bikin pîrozbahiyeke ku têkoşîn bigihije asta herî bilind.  Ji bo vê em wateyeke taybet didinê.”

 HEDEFA ME 1 MILYON E

Ozdag diyar kir wan hemû haziriyên xwe qedandine, dixwazin Newrozê bi tevlêbûna milyonek kes pîroz bikin. Ozdag wiha got: ”Ji bo vê hin zemîn hene. Em dibînin ku ev zemîn heye. Hêrsek ketiye ser hev. Em dibêjin 24’ê Adarê li qada Bazarê ya Gel a Bakirkoyê ev ê were dîtin. Em belavokên xwe belav dikin. Wesayitên me yên anonsê bangan dikin. Ez bawer im îsal wê bêhempa be. Ev ê were dîtin.”