Welatiyên Germiyan grevên birçûnê yên ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bandordar nirxandin û diyar kirin ku divê hêzên Kurdistanî li dijî tecrîda li ser Ocalan bibin xwedî helwest
Tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan berdewam dike. Li dijî tecrîdê jî berxwedanek bêhempa li girtîgehan û derve berdewam dike. Li dijî vê tecrîdê nêzî 7 hezar girtî û kesayetên cuda di grevên birçîbûnê yên bêdem û bêdorveger de ne. Li ser vê mijarê welatiyên Germiyan ji Rojnews’ê re axivîn.

Welatiyê bi navê Ehmed Îbrahîm grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîdê bandordar bi nav kir û got; “Pêla grevên birçîbûnê ya ji bo şikandina tecrîda li se Abdullah Ocalan niha xwedî bandoriyek girîng û mezin a neteweyî ye. Pêwîste li hemû bajar û navçeyên Kurdistanê gel dakeve kolana û xwepêşandana bikin. Ji ber ku weke rêveberekî neteweyî tenê Abdullah Ocalan weke hêviya gel maye. Ew dikare pirsgirêka Kurd çareser bike.”

Bavê şehîdekî Kurdistanê, Fateh Seîd diyar kir ku Tirkiye dijminê Kurdan e û got; “Tirkiye ji destpêkêve dijminê gelê Kurd e û timî hewldana ji holê rakirina Kurdan daye. Pêwîste hemû Kurd bibin xwedî helwest û li dijî tecrîda li ser Ocalan nerazîbûnên xwe bînin ziman. Hêvîdarkim ku çawa bihara 1991’an Kurd li dijî Baas’ê raperîn kir, bi heman awayî li dijî Tirkiyeyê jî raperînê bikin.”

Welatiyê Germiyan ê bi navê Fatîh Kerîm: Pêwîste hemû aliyên Kurd ên Başûrê Kurdistanê li dijî tecrîda li ser Abdullah Ocalan li hemberî Tirkiyeyê helwesta cidî hebin. Bi taybet ew hêzên ku nêzî Tirkiyeyê ne, divê zextê li hikûmeta Erdogan bikin, ji bo rakirina tecrîda li ser Abdullah Ocalan.”
(ab)