Cenazeyê Ûgûr Şakar ê 20’ê Sibatê li dijî tecrîda li ser Ocalan û polîtîkayên krîmînalîzekirina saziyên Kurdan a ji aliyê dewleta Elman ve xwe şewitandibû, li nexweşxaneya lê dihate dermankirin vêsibehê şehîd bû, wê 26’ê Adarê li Neûsssê bê veşartin.
Piştî agahiya şehîdbûna Şakar hate bihîstin û şûnde Kurdistanî û saziyên Kurdî berê xwe dan pêşiya nexweşxaneya Şakar lê dihate dermankirin.
Endamên Meclîsa Gel ragihandin ku wê Newroza sibe li bajarê Frankfûr a Elmanyayê bê lidarxistin diyarî Ûgûr Şakar bikin, bang kirin ku bi girseyî tevlî merasîma cenazeyê Ûgûr Şakar ku wê 26’ê Adarê saet 13:00’an li Neûssê bê veşartin bibin.





