Hevserokê berê yê rehîn ê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş, got, dengê hilbijêrên HDP’ê stratejîk e û domand, ”ji bo ku mirov dersekê bide van jî mirov divê biçe ser sendoqê”.
Demîrtaş ji rojnameya Yenî Yaşamê re têkilî hilbijartinê peyam da hilbijêrên HDP’ê û xwest ku her kes li dijî faşîzmê biçe ser sendoqê.
Demîrtaş li ser îdîayên hevkariya bi CHP’ê, ÎYÎ Partiyê re got, ”Ne tifaqeke me û ne jî hevkariyeke me bi CHP’ê û ÎYÎ Partiyêre heye. Lê ji bo ku em we bişînin ser qotiya gilêşê em li Rojava li gel endamên CHP’ê û ÎYÎ Partiyê jî, destekê bidin wan û em ê desthilata we bihejînin.
Ên ku HDP’yiyan ehmeq dibînin, wê kûrahiya êqil 31’ê Adarê di sendoqê de bibînin.”
Demîrtaş bang li gel kir û got heke piçek xatirê wî hebe, ew rica dike ku gel biçe ser sendoqê û dengê xwe yê tê wateya ”Ji faşîzmê re na” bi kar bîne.
Demîrtaş got, ”Encamên hilbijartinê dibe ku ji geşbûna demokrasî û aştiyê re bibe fersend. Ji bo vê jî dengê we pir hêja ye. Qet li boykotkirina hilbijartinê nefikirin.
Em ji dilxwazên partiya xwe, li deverên ku em namzetan dernaxînin, em navxwazin bi hezkirinê an jî bi dil deng bidin CHP’ê û ÎYÎ Partiyê. Ev ne rasteqîn e. Lê carinan yek deng gelek peymanên xwe hene. Dengê we ”bi hêzeke pir peyam e”, dengekî stratejîk e.”
Demîrtaş wiha domand, ”Ji vir bila ev wate dernekeve; ”gelo tiştin hene ku em pê nizanin, çima ev çend lê radiwestin? Na. Tiştekî veşartî tine. Faşîzmeke hişkere heye û li dijî vê, berxwedaneke zelal, wêrek heye.
Her derfeta ku wê faşîzmê bi paş bixîne, sînordar bike, qes bike wê hêzê bide me.
Hewceyî bi analîzên komployî, kûr tine: biçin ser sendoqê û dersekê bidin van polîtîkayên bêheysiyet. Ji bo ku mirov dersekê bide van jî, mirov divê biçe ser sendoqê.”