Senatorê DYA’yê Lindsey Graham diyar kir ku QSD û DYA’yê serkeftina herî mezin li dijî DAIŞ’ê bi dest xist.
Senatorê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Lindsey Graham li ser hesabê xwe yê Twitterê raber kir ku DAIŞ li herêma dawîn (Baxoz) a ku xwe tê de bi cih kiribû, têk çû.
Graham diyar kir ku têkbirina DAIŞ’ê serkeftina mezintirîn e ji DYA, hevalbendên wê û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) re. Her wiha spasiya serokê DYA’yê Donlad Trump kir ku hiştiye artêş çeteyên DAIŞ’ê têk bibe.