Erdhej li girava Lombokê çêbû. Rayedaran ragihand ku bîlançoya erdhejê girane û heta niha 387 kes mirin e.

Rayedaran diyar kirin ku bi sed hezaran mirov ji cih û warên xwe bûne û ji bo van mirovan pêdivî bi ava paqij, xwarin û dermanan heye. Di erdhejê de bi deh hezaran mal, mizgeft û şîrket hilweşiyan.

Berdevkê Ajansa Netewî ya Felaketên Xweyazî ya Endonezyayê Sûtopo Pûrwo Nûhroho wiha got; “Bi dîtina me wê bîlanço zêdetir bibe. Dibe ku hê nava herî û avahiyên hilweşayin de mirov hebin. Dibe ku mirînên din nehatibe ragihandin yan jî nehatibin qeydkirin.”

Zêdetirî 387 hezar kesan ji ber erdhejê malên xwe terikandin û 113 hezar mirov jî birîndar bûn.