Welatiyên Soran eşkere kirin ku yekîtiya neteweyî ji her tiştî girîngtire û gotin ku ji ber nebûna yekîtiyê dijmin parçebûn xistiye di nava Kurdan de û gotin; “Divê aliyên siyasî mijara yekîtiya neteweyî bêxin di bernameya xwe de.”


Welatiyên bajarokê Soran a ser bi Hewlêrê têkildarî girîngiya yekîtiya neteweyî û Kongreya Neteweyî de ji Rojnews’ê re axivîn.

Çavdêrê siyasî Necab Yusif bal kişand li ser girîngiya yekîtiya neteweyî ji bo Kurdan û got; “Ji vê saetê û şûn ve girînge ku aliyêne Kurdistanî vê mijarê bêxin di nava bernameya xwe ya siyasî. Bi siyasetmedaran şêwra bikin, da ku ji bo nehiştina nakokiyên li ser kongreya neteweyî ya Kurda bibin alîkar.”

Çavdêrê siyasî Necab Yusif diyar kir ku mijara yekîtiya neteweyî gelek hestyare û wiha domand;”Nabe di vê qonaxê de kongreya neteweyî were marjînal kirin. Ji ber ku lidarxistina kongreya neteweyî pêwîstiyekî sereke ye ji bo guhertinên li herêmê pêk tên. Ji aliyê partiyên siyasî ve paşguhxistina kongreya neteweyî bi xwe şaşiyek mezin e. Ev valahiya di navbera wan de ziyanê digihîne xebata neteweyî ya gelê Kurd. Paşguhxistina yekîtiya neteweyî ziyanê digihîne çand, huner û ziman û bi taybetmendiyên neteweya Kurd.”

Welatiya bi navê Behrîn Resul diyar kir ku di vê qonaxê de yekîtiya siyasî û neteweya Kurd gelek girînge û wiha destnîşan kir; “Di dîrokê de hewl hatine dayîn ji bo bigijîn mafên xwe. Lê ji bo nebûna, yekîtiya neteweyî û siyasî ya di nava Kurdan de, ev xewn pêk nehatiya. Nebûna yekîtiyê wiha kiriye ku Kurd bibin yek ji neteweya herî zêde mafên wan tê xwarin.”

Behrîn Resul diyar kir ku welatên dagirker sûd ji nebûna yekîtiya Kurdan digirin û got; “Welatên cîran di vê rewşê de timî parçebûnê tên di navbera neteweya Kurd de. Dagirkeran kar ji bo têk birina têkoşîna neteweya me didin. Ev jî encama nebûna yekîtiya neteweyî ya di nava me Kurdan de ye. Lewma divê Kurd xwe rêxistin bikin û biryar bidin ji bo lidarxistina kongreya neteweyî.”

Rojnamevan Armanc Ehmed ji ber nebûna yekîtiya neteweyî partiyên siyasî rexne kir û got; “Li gorî her partiyekî ku kongreya neteweyî red bike, tê wateya ku li dijî neteweya Kurd xizmetê ji bo ecîndeyên derve dike. Nabe vê mijarên bikin qurbanê bejewendiyên hizbî û kesî. Dema borî karên baş ji bo lidarxistina kongreya neteweyî kirin. Lê, mixabin ji bo vê gavê astengî hatin çêkirin.”

Rojnamevan Armanc Ehmed da zanîn ku divê hemû aliyên siyasî li ser lidarxistina kongreya neteweyî hemfikir bin û siyasetmedar ji bo lidarxistina