Li Brukselê ya ku paytexta Belçîkayêye bi hezaran kes bi sloganên ‘Rêz, hurmet û wekhevî’ meşiyan. Platforma Leyla Bide Jiyîn jî tevlî meşê bû.
Li Brukselê ya ku paytexta Belçîkayê ye li dijî nijadperestiyê xwepêşandanek hate lidarxistin.
Bi hezaran kes li pêşiya Gare du Nord hatin ba hev û meşeke dirêj lidarxistin. Meş heta Gare du Mîdîyê hate domandin.
Di sloganan de peyamên ‘hevgirtin’, ‘rêz’ û ‘wekhevî’ derketin pêş.
Ji bo zaroka Kurd a bi navê Mawda ya ku polîsên Belçîkayê ew qetil kiribû û zaroka ji Nîjeryayê ya bi navê Samîra Adamû jî sloganên ‘Dewletê ew qetil kir’ hate berzkirin.
Ji xeynî rêxistinên partiyên siyasî û yên antîfaşîst platforma Leyla Bide Jiyîn jî tevlî çalakiyê bûn. Di meşê de daxwazên berxwedêrên greva birçîbûnê hatin ragihandin û platformê belavok belav kirin.