Tevgera Hemasê, ragihand, bi navbeynkariya Misrê wan û Îsraîlê li ser agirbesta li Xezayê li hev kirin.
Berdevkê Tevgera Hemasê Fewzî Berhûm di daxuyaniyekê de got: “Xebatên Misrê yên ji bo agirbestê bi serket. “
Berhûm diyar kir ku agirbest ji saet 20:00 li gorî dema Greenwich dê destpê bike.
Hêzên Israîlê vê êvarê gelek nuqte, bargeh û avahiyên girêdayî Hemasê yên li Xezayê rûxandin. Di nav wan de buroya serokê buroya siyasî ya Hemasê Ismaîl Heniyê jî heye.
Ji aliyê xwe ve komên Filistînê bi dehan moşek avêtin jîngehên Îsraîlê yên li derdora Xezayê. 30 moşek bi yek carê avêt jîngehên derdora Xezayê.
Artêşa Îsraîlê diyar kir ku sîstema “El-Qube El-Hedîdiya” moşeke Filistînê ku ber bi başûrê Îsraîlê ve dihat li nêzî sînor berisvand.
Hate ragihandin, ku di êrîşên Îsraîlê yên li ser bakurê Xezayê 3 Filistînî birîndar bûn.