Berxwedêrên greva birçîbûnê ya bêdem û bi dorveger ên li Strasbourgê, doh êvarê tevlî panelekê bûn.
Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bi dorveger a li Strasbourgê ku li dijî bêdengiya li pêşberî berxwedana grevên birçîbûnê dest pê kir, rojek li pey xwe hişt.
Ji paytexta Fransa Parîsê, ji Evr, Creil, Villier le Bel, Marsilya, Draguinignan, Bordeaux, Montpellier, bajarê Solothurn, Arau, Basel, Zurich, Cenevre, Lozan, Bern, Luzern ên Swîsreyê, bajarên Stuttgart, Dusseldorf, Saarbrucken, Darmstadt, Berlin, Hamburg, Hannover, Koln, Duisburg, Dortmund, Essen ên Elmanyayê, ji gelek bajarên Belçîkayê, ji PYD, Tevgera Ciwanên Şoreşger, Meclîsa Şengalê û endamên TEV-ÇAND’ê 250 kes tevlî greva birçîbûnê ya bêdem û bi dorveger bûne.
Girseya gel heta êvarê li ber avahiya Parlamenta Ewropayê ya li Strasbourgê çalakî kir û êvarê jî li saloneke li bajarê Freiburgê bi cih bûn.
Bi beşdariya parlamenterê berê yê HDP’ê Ertûgrûl Kurkçu û aktîvîsta TJK-E’yê Neslîhan Dersim êvarê panelek pêk hat.
Dersim li panelê axivî û bal kişand ser berxwedana grevên birçîbûnê û diyar kir, ji bo ew bibin dengê çalakgerên berxwedana grevên birçîbûnê û şoreşgerên bi çalakiyên fedayî şehîd bûn wan dest bi vê çalakiyê kirine. Dersim got, “Ev çalakî çalakiyeke demdirêj e ku wê hefteyên bê li ber Konseya Ewropayê bi rengekî girseyî 5 rojan carekê bi dorvegerî bi rengekî bêdem pêk were.”
Siyasetmedar Ertûgrûl Kurkçu jî got, “Ya ji bo me girîng, sedemên grevên birçîbûnê ye. Çalakgerên di greva birçîbûnê de ne daxwazeke şexsî nakin. Daxwazeke hevpar a wan hemûyan heye. Bidawîkirina tecrîdkirina Abdullah Ocalan. Ji bo têkbirina vê çalakiyê gelek gav hatin avêtin. Lê belê berxwedêran pêşî li hewldanên têkbirinê girtin.”
Kurkçu da xuyakirin ku rewşa Leyla Guven ji asta krîtîk derbas bûye û got, “Her kêlî ji bo me gelekî girîng e. Divê Tirkiye bi vê zanibe; wê di 31’ê Adarê de bersiva xwe bibînin. Eger rewşa heyî neyê çareserkirin jî, em ê ji bo çareseriyê her tiştî bikin. Em ê vê serdema tarî bi dawî bikin û rê li ber serdemeke nû vekin.”
Di dawiya panelê de dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedana zindanan”, “Jin, Jiyan, Azadî” hatin qîrîn.






