Sibe 27‘ê Adarê bi beşdarbûna hemû komên şanoyê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê 4‘emîn Mîhrîcana Şano ya Yekta Herekol li Qamişlo dest pê dike.

27‘ê Adarê Roja Şano ya Cîhanê ye.  Cîgirê Hevserokatiya Desteya Çand û Hunerê yê herêma Cizîrê Ehmed Çetelê anî ziman ku ew roj ji bo wan cihekê girîng û taybet e. Şoreşger Yekta Herekol di sala 2004‘an de ji bo şermezarkirina siyasetên rejîma Sûriyê yên li hemberî çand û hunera herêmê, piştî lîstina şanoyekî benda xwe da ber agir.

Ehmed Çetelê di derbarê şanoyê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybet şanoya Kurdî wiha got: “Şanoya Kurdî li Rojavayê Kurdistanê rastî gelek astengiyan hat, ji ber ku rejîma Sûriyê li pêşiya çand û hunera Kurdî dibû kelem. Gelê herêmê tevî siyasetên Rejîmê, xebatên şanogeriyê ranewestandin. Gelek komên şanoyê bi awayekî veşatî ava kirin. Lê tenê şanoyên kurt bûn û di pîrozbahiyên mîna Newrozê de dihatin pêşkêşkirin. Di wê demê de ti şanogeh tine bûn.”

Ehmed Çetelê bal kişand ser pêşketinên di warê şanogeriyê yên piştî şoreşa 19‘ê Tîrmehê û got: “Bi pêvajoya şoreşê re ronensansek di aliyê çandî û hunerî de çêbû. Rêveberiya Xweseriya Demokratîk derfetên vekirina saziyên çandî û hunerî li hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê da avakirin.”

‘Şano neyika civakê ye’

Çetelê li ser girîngiya şano yê wiha axivî: “Şano xwediyê hemû huneran e. Gelek wateyên xwe hene û di nav gel de cihekî wê yê taybet heye. Bi rêya berhemên xwe yên şanogeriyê em hewl didin civakeke azad û zane ava bikin. Şano neyika civakê ye, bi şanoyê rexne û rexnedayîn tê kirin. Her wiha rewşa civakê bi rêbazeke komîk tê vegotin û çawaniya derbaskirina şaştiyan tê destnîşankirin.”

Ehmed Çetelê di dawiya axaftina xwe de got: “Şano zimanekî cîhanê ye, her kes bi zimanê xwe pêşkêş dike. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê em ji bo pêşxistina şanogeriyê dixebitin. Îsal jî dê Roja Şano ya Cîhanê bi tevlêbûna hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê were pîrozkirin.”

Tê payîn ku Komîna Şano ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê beşdarbûna hemû komên şanoyê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê 4‘emîn mîrhîcana Şehîd Yekta Herekol li ser dika şanoyê ya Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo li dar bixe.

ANHA