Polîsên bajarê Munchenê yê Elmanyayê ku nikare xwe li sembolên Kurdan rabigirin, vê carê jî pankarta ji wêneyê Mazlûm Dogan ji xwe re kirin bahane û dest bi lêpirsînê kirin.
Dewleta Elman li dijî sembolên Kurdan siyaseta krîmînalîzekirinê dimeşîne. Bi taybetî polîsên eyaleta Bayernê li dijî alên YPG/YPJ’ê û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi mejiyê qedexekar tevdigerin. Polîsên Munchenê nekarîn xwe li wêneyê Mazlûm Dogan rabigirin ku yek ji sembolên têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd e.
Hefteya derbasbûyî li bajarê Munchenê pîrozbahiya Newrozê hatibû lidarxistin. Aktîvîstê Kurd Azad Yûsûf Bîngol di pîrozbahiyê de pankartek vekiribû ku li ser pankartê yek ji kadroyên destpêkê yên PKK’ê Mazlûm Dogan ê ku 21’ê Adara 1982’an li zindana Amedê şehîd bû û nivîsa ‘Berxwedan Jiyan e’ hebû. Heman piştî pîrozbahiya Newrozê, polîsên Munchenê wêneyê Mazlûm Dogan ji xwe re kirin hincet û der barê Bîngol de lêpirsîn vekirin.
Polîsan îdîa kirin ku bi wêneyê Mazlûm Dogan re propaganda PKK’ê hatiye kirin û bang li Bîngol kirin ku îfadeyê bide. Azad Yûsûf Bîngol beriya niha ji ber ku alên YPG/YPJ’ê vekir bû gelek caran bû hedefa serdegirtinê û lêpirsîn lê hatibû vekirin. Bîngol bi rêya parêzerê xwe li dijî polîsan doz vekir.
Bîngol der barê lêpirsîna dawî ya polîsan de agahî da ANF’ê û got, “Zext û lêpirsîn nikarin bi min. Polîs êdî li her çalakiya ku tevlî dibim tiştekî dike hincet û der barê min de lêpirsînê vedike. Bang li polîsan dikim ku dest ji vê helwestê berde.” Bîngol anî ziman, dema ku wî xwe ji ser agirê Newrozê avêt ew pankart di destê wî de bû û got, “Mazlûm Dogan Kawayê Hemdem e ku berxwedana Newrozê da destpêkirin. Tevî qedexe û lêpirsîna polîsan ez ê wêneyê wî bi serbilindî her bilind bikim.”
Bîngol diyar kir, Rêxistina Parastina Destûra Bingehîn ku saziya îstîxbarata hundirîn e û Midûriyeta Emniyetê dosyayek der barê wî de ji Daîreya Biyaniyan a Munchenê re şandine û got, “Piştî ku dîtin ji ber lêpirsîn û cezayan nikarin bi min gav paşde bidin avêtin, dosyayek li ser 10 salên min ên dawî ji Daîreya Biyaniyan re şandin û xwestin mafê rûniştinê betal bikin. Hîn bûm ku wêneyekî min ê bi şoreşgera Kurd Sakîne Cansiz re jî weke delîl xistine nava dosyayê.”