Reşat Aşan, di salên 90’î de dema ku neçar hate hiştin ji gundê xwe derkeve hîn 13 salî bû. Aşan niha namzetê HDP’ê yê ji bo Hevşaredariya Akdenîzê ye.

Navçeya Akdenîz a Mersînê ku dema ji aliyê DBP’ê ve dihate birêvebirin bi rêya qeyûm hate desteserkirin, wê rêveberên xwe ji nû ve hilbijêre. Namzetê HDP’ê yê ji bo Hevşaredariya Akdenîzê Reşat Aşan 20 sal in li Mersînê ye. Mîna gelek malbatên Kurd ên li Akdenîzê, di salên 1990’î de ji neçarî ji gundê xwe koç kir. Aşan heta 13 saliya xwe li navçeya Elkê ya Şirnexê bû û valakirina gundê wan ji aliyê dewletê ve, neçar ma koçî navçeya Akdenîz a Mersînê bike.

Neşat Aşan diyar kir, bi valakirina Kurdistanê re ji dewletê hebû ku wê karibe fikr, nêrîn û şêweyê jiyanê yê Kurdan ji hev belav bike, lê belê bi ya dewletê nebû.

Aşan got, “Kurd li Çûkûrovayê li her devera lê bi cih bû, mîna xwe man û bi rengê xwe jiyan. Ji bo careke din zor û zehmetî û koçberî neyê serê me, ez jî li nava HDP’ê siyasetê dikim, li vir kar dikim. Ji emrê xwe yê ciwantiyê ve di nava vê têkoşînê de cih digirim.”

Aşan destnîşan kir, di dema karê hilbijartinê de ew motîvasyon û hêviyeke mezin di nava gel de dibînin û got, “Gelê me hilbijartinên xwecihî yên 31’ê Adarê weke rovanşekê li dijî qeyûman dibîne. Em jî bêsebir li benda 31’ê Adarê ne. Yekane daxwaza me ew e ku qeyûm ji vir bişînin. Qeyûm zext li her kesên li Akdenîzê kir, ne tenê li dengdêrên HDP’ê. Qeyûm bi zora her kesên li Akdenîzê çû.”

Aşan diyar kir, ji bo xizmeta şaredariyê amadekariyên wan ên mezin hene û wê projeyên xwe bi gel re bi cih bînin.