Endamê Parlamenta Ewropayê Arne Gericke serdana berxwedêrên greva birçîbûnê ya li Strasbourgê kirin. Gericke ku ji Bundnis C ye, xwest ku dawî li tecrîda li Îmraliyê bê anîn.

Greva birçîbûnê ya li bajarê Strasbourg ê Fransayê îro kete roja 101’ê. Serdan û piştgiriya ji bo çalakgeran didomin. Endamê Parlamenta Ewropayê Arne Gericke serdana 14 çalakgeran kir.
Gericke ji partiya “Bundnis C- Christen fur Deutschland” (Yekîtiya C – Xiristiyanên ji bo Elmanya) ye û bi navê berxwedêran Hevserokê KCDK-E’yê Yuksel Koç pê re axivî. Gericke diyar kir, ew piştgiriyê dide daxwaza çalakgeran û xwest, tecrîda giran a li Îmraliyê tavilê bê bidawîkirin.
‘EM PIŞTGIRIYÊ DIDIN TÊKOŞÎNA KURDAN’
Gericke anî ziman, nêzî 50 milyon Kurdên li Rojhilata Navîn ji bo mafên xwe têdikoşin û got, “Lîderê vî gelî 20 sal in li girtîgehê ye. Ocalan terorîst nîne, yê ku terorîst e Erdogan e ku mûxalefetê dixe girtîgehê, zextê li gelê Kurd dike û mafên gelê Kurd înkar dike.”
Gericke diyar kir, Parlamenta Ewropayê çalakiyên greva birçîbûnê ji nêz ve dişopîne û got, “Ji bo daxwazên çalakgeran bi cih werin anîn, çi ji destê me tê em hewl didin bikin.” Piştî serdana Gericke, partiya wî Bundnis C- Chirsten fur Deutschland daxuyaniyeke nivîskî weşand û bal kişand ser daxwaza çalakgerên greva birçîbûnê.
Di daxuyaniyê de, ji bo bidawîbûna êrîşên dewleta Tirk ên li ser gelê Kurd û bidawîbûna tecrîdkirina Ocalan bang li hikumetên Yekîtiya Ewropayê bi taybtî hikumeta Elman hate kirin. Di daxuyaniyê de hate ragihandin, ew piştgiriyê didin têkoşîna Kurdan ku ji bo avakirina sîstemeke ji pir çandî û pir etnîkî li Rojhilata Navîn roleke aktîf dilîzin.