Rojnamegerên Hewlêr çalakiyên greva birçîbûnê yên li Nûnertiya HDP’ê ya li Hewlêr ku ev zêdetirî çar mehin berdewam dike, giring dibînin û piştgiriya xwe ji bo greva birçîbûnê anîn ziman. Rojnamegeran gotin; “Pêwîste medya û rojnameger hîn zêdetir qala çalakiyên grevên birçîbûnê bikin û derxin pêş.


Bi armanca şikandina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, li Nûnertiya HDP’ê ya li Başûrê Kurdistan a li Hewlêr ev 127 rojin greva birçîbûnê ya dorveger di dome. Di heman demê de Endamê Meclîsa HDP’ê Nasir Yagiz jî ji roja destpêkê ya çalakiyê ve dest bi greva birçîbûnê ya bêdem kiriye. Ev 127 rojin Yagiz tevî rewşa xwe ya xirab a tendirûstî, bi biryardariyek mezin çalakiya xwe di domîne.

Têkildarî çalakiya greva birçîbûnê û giringî dayîna wê di medyaya Başûrê Kurdistanê de rojnamegerên Hewlêrê ji Rojnews’ê re axivîn.

Rojnameger Hêmin Mamend, diyar kir ku li Başûrê Kurdistanê medyayekî netewî nîne û wiha domand; “Medyaya heyî medyayeke bi ser hizbane. Li Hewlêrê PDK hemû medyayê kontrol kiriye û wekî sêwanekî bikartîne. Qasî ku bi mana xwe ve û rewşa Tirkiye ya dagirker ve mijûl dibe, ewqas bi grevên birçîbûnê yên Başûrê Kurdistan û HDP’ê ve mijûl nabe.”

Hêmin Mamend di dewama axaftina xwe de qala erk û berpirsyartiya medya û rojnamgeran ya li hemberî çalakiyên grevên birçîbûnê kir û got; “Erkê medyayê ye ku ger bê alî be divê mijarên netewî bi weşîne. Wekî mirovek, wekî bûyerek qala wê bike. Erkê teye wekî rojnamegerek mirovek ev zêdetirî 120 rojin dest bi greva birçîbûnê kiriye tu wî bi şopînî û qala wî bikî. Ger medyayek di weşana xwe de qala vê çalakiyê neke, wê demê alîgirtî ya xwe aliyê din nîşan dide. Erkê rojnamegeran ewe ku vê çalakiya greva birçîbûnê ya HDP’ê bi raya giştî ya dinyayê re parve bike. Pêwîste medyaya Kurdî vê mijarê hîn zêdetir bide pêş û nîşanî dinyayê bide.”

Rojnameger Şoreş Cuma jî li ser heman mijarê wiha got: “Wek rojnamegerekî li Hewlêrê, piştgiriya xwe ji bo vê çalakiya greva birçîbûnê ya li nûnertiya HDP’ê tînim ziman. Pêwîste em hemû bihevre bê ciyewazî li ser vê mijarê bi sekinin û deng û daxwaziyên çalakgeran ji cîhanê re ragihînin.”