Komxebata sêyemîn a Diyaloga Sûrî-Sûrî li Eywana Newroz a bajarê Kobanê bi beşdarbûna gelek kesayet û pariyên siyasî, saziyên civaka sivîl û nûnerên ji muxalefta Sûriyê ya derve û hundir, destpê kir.
Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Komxebata sêyemîn a Diyaloga Sûrî-Sûrî li Eywana Newroz a bajarê Kobanê bi dirûşma “Ji hevpeymana civakî ya Sûriyê ber bi serdema nû ya demokratîk ve” organîze kir.
Ji hundirê Sûriyê kesayetên siyasî, serbixwe, çalakvanên mafên mirovan, siyasetmedar, nivîskar, rojnamevan, nûnerên partî û rêxistinên siyasî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, her wiha nûnerên ji hêzên muxalefetê yên hundirê Sûriyê wekî Partiya Îradeya Gel, Komeleya Celadet Bedirxan, Şepêla Pêşerojê ya Kurdistanê, Kutle Wetenî ya Demokratîk, Şepêla Mecd a Sûriyê, Şepêla Niştîmanî ya Demokratîk ji bo Ilmaniyê, Partiya Demokratîk a Civakî, Komîteya Xebata Niştimanî, Şepêla Guhartinên Aştiyane, êlên Ereban, Koalîsyona Niştîmanî ya Demokratîk, Partiya Ciwanan, Partiya Sûriyê ya Neteweyî ya Civakî û gelek rêxistin û partiyên din tev li diyalogê bûn.
Ji derveyî Sûriyê jî nûnerên ji Şepêla Çepgir a Şoreşger, Partiya Destûrê ya Sûriyê, Navenda Esbar a Lêkolînên Stratejîk, Şepêla Sûriyê ya Sererastkirinê, Şepêla Niştimanî ya Azad û serokê berê yê Itilîfa Wetenî ya Hêzên Şoreşê û Muxalefetê Besam El-Melk beşdarî diyalogê bûne.
Her wiha Hevserokê Meclisa Sûriyê Demoratîk Riyad Derar û Emîne Umer, Seroka Desteya Rêveber a MSD`ê Ilham Ehmed û 132 delege tevlî diyalogê bûn.
Piştî bîranîna şehîdan, Emîne Umer axivî û bi xêrhatin beşdaran kir û got armanca wan ji vê hevdîtinê yekbûna nêrîna çareseriya aloziya Sûriyê ye.
Tê payîn ku beşdar jî axaftinan bikin. Piştre, wê beşdar destûr û rêgezên destûra Sûriyê ya esasî û nexşereya çareserkirina aloziya Sûriyê, nîqaş bikin.
18`ê Tîrmeha 2018`an, MSD`ê Diyaloga Sûrî-Sûrî ya yekemîn li dar xist û 2 rojan dewam kir. 28`ê Mijdara 2018`an jî, MSD`ê Diyaloga Sûrî-Sûrî ya duyemîn li dar xist û wê jî 2 rojan dewam kir.
(kc)
ANHA