Rêxistina Partiya Çep a Eyaleta Baden-Wurttemberg a Elmanyayê, diyar kir ku ew piştgiriyê didin grevên birçîbûnê yên ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk tên.
Rêxistina Partiya Çep (Die Linke) ya Eyaleta Baden-Wurttemberg a Elmanyayê, ku yek ji partiyên mûxalefetê yên Elmanyayê ye, piştgirî da berxwedana grevên birçîbûnê ku bi pêşengiya Hevseroka KCD’ê û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li çar aliyên dinyayê pêk tê.
Rêxistina Partiya Çep daxuyaniyeke nivîskî weşand û xwest, tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tavilê bi dawî bibe. Di daxuyaniyê de her wiha hate xwestin, di serî de hevserokên berê yên HDP’ê Fîgen Yuksekdag, Selahattîn Demîrtaş, Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gulten Kişanak, Ozan Canê û siyasetmedar, rojnamevan, nivîskar û akademîsyenên li girtîgehên Tirkiyeyê girtî ne hemû bên berdan.
Rêxistina Partiya Çep diyar kir, dewleta Tirk bi qutkirina têkiliya Ocalan a bi derve re Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) ku bi xwe jî îmze kiriye, binpê dike. Di daxuyaniyê de hate gotin, “Bi fermana hikumeta Tirk ji sala 2015’an ve têkiliya bi Ocalan re hatiye birîn. Divê dawî li vê rewşê bê anîn û mafên Ocalan hemû bên dayin.”
‘EM SERKETINÊ JI HDP’Ê RE DIXWAZIN’
Rêxistina Partiya Çep xemsariya hikumeta Elman a federal a li pêşberî rewşa li Tirkiyeyê rexne kir û bang li rêveberiya Berlînê kir: “Êdî çekan nefiroşin Tirkiyeyê. Mirovên ku li Elmanyayê piştgiriyê didin Kurdan divê bes bên krîmînalîzekirin. Divê qedexeya li ser PKK’ê were rakirin.”
Rêxistina Partiya Çep a Eyaleta Baden-Wurttembergê beriya hilbijartinên xwecihî yên 31’ê Adarê yên li Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê serketin ji HDP’ê re xwest û diyar kir, “Em hêvîdar in şaredariyên ku bi rêya qeyûman ji we hatine girtin, hûn ê hemûyan vegerînin. Ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê û jiyana mirovan a di nava aştiyê de hûn hêvî ne.”