Çalakgerên li Nûnertiya HDP’ê ya li Hewlêrê di greva birçîbûnê de ne, piştgirî dan daxwazên berxwedêrên li girtîgehên Tirkiye û Bakûrê Kurdistanê de di greva birçîbûnê de ne û gotin; “Ew daxwaz mafên asayî yên her kesê ye.”
Girtiyên PKK’ê û PAJK’ê yên greva birçîbûnê de ne, di roja 22’ê Adarê de têkilî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan deklarasyonek dan. Girtiyan gotin daxwazên wan ên bi 7 xalan heta ku bi cih neyên ew ê çalakiya xwe bidomînin. Daxwazên wan wiha ne;
1-Bi çarçoweya yasayên berdest mafekî rewa ye ku Rêbertiya me malbata xwe û wasîsê xwe bi rengekî perîyodîk bibîne û divê ev neyê astengkirin.
2-Divê Rêbertiya me bi rengekî periyodîk parêzerên xwe bibîne û ev qut nebe.
3-Divê Rêbertiya me bi çarçoweya yasayên berdest bikaribe bi malbata xwe re bi telefonê biaxive, bikaribe name, faksê û hwd. bişîne her deverê an jî ev neyê astengkirin û ev mafê sereke neyê birîn.
4-Divê mafê radyo û tv’yê ya Rêbertiya me bi mîsogerî neyê astengkirin û rojane, hemû rojname, kovar, pirtûk û hwd. yên ku dixwaze werin bicihanîn.
5-Divê Rêbertiya me bi perîyodîk bikaribe hevalên xwe bibîne û ev mafê yasayî neyê astengkirin.
6-Ji bo ku şertên jiyana bi tenduristî ya Rêbertiyame were çêkirin, ji hêla şandeyên serbixwe ve şertên tedawiyê werin bicihanîn.
7-Ji bo ku di çareseriya bi demokratîk û aştî de ya li ser pirsa Kurd û di demokratîkbûna Rojhilata Navîn de Rêbertiya me bi risteke çalak rabe, divê asteng werin rakirin, şertên jiyana azad û xebata azad were bicihanîn.
Çalakgerên li Nûnertiya HDP’ê ya Hewlêrê di çalakiya greva birçîbûnê de ne ku di roja 128’an de çalakî berdewam dike piştî dan van daxwazên girtiyan.

Çalakger Abdullah Îsmaîl ku di koma 63’an a greva birçîbûnê de ye piştgirî da van daxwazên girtiyan û got; “Weke çalakgerekî greva birçîbûnê ya Başûrê Kurdistanê girtiya van 7 xalên çalekgerên li girtîgehan ji bo şikandina tecrîda li ser Birêz Ocalan dayîn dikin. Ev her 7 xal mafên her kesekê ye. Di nava girtîgehê de yan jî ji derve de be.”

Çalakger Sidqî Weqer: Ev çalakiyên greva birçîbûnê yên me li Başûr û Bakurê Kurdistanê destpêkirine, heta ku tecrîda li ser Rêber Apo bi dawî nebe, wê berdewam bike. Em 7 xalên ku ji aliyê çalakgerên girtîgehê de hatine ragihandin piştgiriyê didinê. Divê parêzer û malbata xwe bibîne. Em ji nêzîk ve ji rewşa tenduristiya wî agadar bibîn.”
(ab)