Sosyalîstên ji Srî Lankayê serdana Kurdistaniyên li Strasbourgê kirin ku ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiyê li ber Parlamenta Ewropayê pêk tînin.

Komek ji sosyalîstên Srî Lankayî doh serdana çalakgerên li ber Parlamenta Ewropayê kirin û piştgirî dan wan.

Di peyama koma Srî Lankayê de hate gotin, “Doza we ji bo me gelekî hêja ye û gelekî mafdar e. Tecrîdkirina Rêberê we nêzîkatiyeke li dijî hiqûqê ye. Rêberê we li girtîgehê girtî ye, serokê me jî di bin zext û êşkenceya dewletê de di nava şert û mercên giran de têdikoşe. Çarenûsa me û ya we yek e. Em îro ji bo berxwedêrên greva birçîbûnê hatine vê derê.”