Parlementerê Berê yê Parlamentoya Iraqê Şiwan Dawidî, diyar kir ku ji bo HDP di hilbijartinên şaredariyan de li Bakur û Tirkiye bi ser bikeve, divê herkes di aliyê de xwe de piştgiriyê bide HDP’ê.
Di 31’ê Adarê de li Bakurê Kurdistan û Tirkiye hilbijartinên şaredariyan tê li darxistin. Ji beşên cûda yên Başûrê Kurdistanê jî welatî piştgiriya xwe ya bi HDP’ê re tînin ziman. Parlementerê Berê yê Iraqê Şiwan Dawidî jî bi rêya Rojnews’ê piştgiriya xwe anî ziman û diyar kir ku ev hilbijartin ji bo gelê Kurd gelek giringin.
Şiwan Dawidî got; “Hilbijartinên li Tirkiye ji bo gelê Kurd giringiyekî xwe ya taybet heye. Me dît ku di Newrozê de gelê Bakurê Kurdistanê bi beşdariyekî xurt çawan bersîva gotinên Erdogan dan. Ez bi hêvîme gelê Bakurê Kurdistanê bi heman coş û xuruşa Newrozê beşdarî hilbijartinan jî bibin.”
Şiwan Dawidî di dewama axaftina xwe de bang li gelê Bakurê Kurdistanê kir û xwest hemû Kurd di hilbijartinê de dengê xwe bidin namzetên HDP’ê û wiha domand: “Ez daxwaz ji gelê me yê li Bakurê Kurdistanê dikim ku di hilbijartinan de dengê xwe bidin nûnerên xwe yên rasteqîn ên gelê Kurd. Ji ber ku dengên we hebûna we li Bakurê Kurdistanê nîşan dide û dengê we wê bibe hêz û pişt ji bo nûnerên we. Ji ber vê yekê giringe em hemû bi hevre bi dengên xwe şerê maf bikin. Ez li vê derê daxwaz ji yek bi yek Kurdên Bakur dikim, bi coş û xuruşekî mezin herin ser sindoqan. Nûnerên rasteqîn ên gelê Kurd hilbijêrin ji bo bibe bersîvek ji bo desthilatên Tirkiye.”
Dawidî di dawiya axaftina xwe de jî ev tişt gotin; “Giringe em hemû bi hevre piştgiriya HDP’ê bikin. Piştgiriya me wê bibe bersîvek ji bo dijminan ku em li ser axa xwe ne û parastinê lê dikîn. Em daxwaz dikin gelê me dengê xwe bide, ji berku ew mafekî rewa û yasayî yê take kesiye. Divê em dengê xwe ji bo parastina netewa xwe bikarbînin.”
(şk)