Li Silêmanî ev du salin jina bi navê Newroz Ezet gul di çîne û di firoşe. Ferqa vê gulfiroşê ji gulfiroşên din ewe ku gulên wê ne jidervey Herêma Kurdistanê tên. Ew bi xwe tovê gulan diçîne û wan gulan difiroşe.
Jina bi navê Newroz Ezet temenê wê 31 sale. Li Silêmanî ji dayîk bûye. Ev du salin li taxa Ewalîşareke bi karê çandina gulan û şitlan ve mijûle, dema ew gul çêdibin jî difiroşe.
Newroz Ezet diyar kir ku heskirina wê ya ji vî karî re hîn di zaroktîde destpêkiriye. Newroz di destpêkê de li mala xwe, li ser serban di guldankan de çend gulek diçîne û piştre vî karê xwe hîn mezintir dike.
Newroz Ezet di hewşa mala xwe de nêzî 150 cûrên gulan çandiye û hewşa mala xwe bi gulan xemilandiye. Ji ber vê yekê welatî ji mala wêre dibêjin “mala gulan.”
Newroz bi alîkariya hevserê xwe karê xwe bi rêve dibe. Wê bi 20 cûrên gulan kariye bi hezaran guldank di zeviyekî nêzî 500 metre ducar de berhev bike. Kariye bi karê xwe û jêhatina xwe ya vî karî hinek gelek kiryaran li derdora xwe kom bike.
Newroz Ezet qala ciyewaziya xwe ji gulfiroşên din dike û dibêje; “Ez bi xwe gulan diçînim û çend cûrekî cûda yê axê têkelhev dikim û gulên min wisan berhem digrin.”
Newroz diyar dike ew ji karê xwe û gulên xwe gelek hez dike û dibêje her gulek ku tû jê hezbikî, hevalekî teyê herî baş yê xwezayê ye û wiha dom dike; “Ev cihê çandina gul û şitlan min gelek aram dike.Ez daxwazê ji her kesî dikim jîngehê baş bi parêzin, ji ber ku jîngeh sudekî xwe yê mezin ji bo me mirovan heye.”
Di dawiyê de jî Newroz Ezet daxwaza alîkariyê ji hikûmeta herêm û aliyên peywendîdar kir ku zeviyekî mezintir bidin wê ji bo ew bikare karê xwe hîn berfirehtir bike û bi wêre jî derfetê kar ji bo hinek kesên dinjî bi afirîne.