Parêzer û çalakgerê hiqûqî yê muxalîf ê  Sûriyê Eksem Neîse diyar kir ku serkeftina QSD`ê û têkçûna DAIŞ`ê ji aliyên siyasî re dertfetek e û wiha got: “Ji bo aloziya Sûriyê bê çareserkirin û carek din dubare nebe divê ev derfet bê nirxandin. Ez bang li tevahiya aliyên siyasî, leşkerî, hundirîn û derve dikim ku yekrêziya xwe ava bikin da ku ji aliyê fikrê azad, demokarsî û zanistî ve serbikevin.”

Di 21`ê Adarê de QSD`ê DAIŞ têk bir. QSD’ê bi awayek fermî di 23’ê Adarê de serkeftina xwe ya li dijî DAIŞ’ê ragihand.

Nûçegihanê me bi rêya telefonê bi çalakgerê hiqûqî yê Sûrî Eksem Neîse re hevpeyvînek girêdayî têkçûna DAIŞ`ê çêkir. Neîse destnîşan kir ku serkeftina QSD`ê ji ber xwe ve çênebû, serkeftin di encama berxwedan û têkoşînek demdirêj de pêk hat.

Çeteyên DAIŞ’ê di  sala 2014`an de hebûna xelîfeta xwe li Iraq û Sûriyê ragihand. Çeteyan qadên berfireh ji Sûriyê û Iraqê bi desteka hindek dewletên herêmî dagir kirin û axa Tirkiyê wek koridora derbasbûnê bi kar anîn. Ji wan herêmên herî girîng ên hatîn dagirkirin Minbic, Reqa, Dêrazor li Sûriyê û Musil, Tikgît û El-Enbar li Iraqê bûn. Bi vê yekê li ser tevahiya cîhanê bûn xeterî.

Di destpêka axaftina xwe de Neîse diyar kir ku serkeftina QSD`ê serkeftinek Sûrî ye û ew qas jî cîhanî ye û wiha got: “QSD`ê karî rê li pêşiya berfirehbûna terorê û çalakiyên wê yên terorîstane li dewletên cîran bigire. Peyamên pîrozbahiya serkeftinê, girîngiya vê serkeftinê li ser asta navdewletî isbat dike.”

Di berdewama axaftina xwe de Neîse îşaret pê kir ku serkeftinba QSD`ê gelek sîneryo û têkoşînên nû  da avakirin û wiha axivî: “Têkoşîna herî girîng a îdyolojîk e. Yanî têkoşîna fikrê demokratîk û nirxên zanîstî li dijî fikrê tarî, olperestî, netewperestî, şofanîst, nezantî, dijberiya azadiyê û demokrasiyê ye.”

Neîse bal kişand ser erkên aliyên siyasî, leşkerî, navdewletî û herêmî li dijî Îdeolojiya DAIŞ’ê û wiha pê de çû: “Ji wan yekrêziya ref ji bo piştgiriya QSD`ê û projeya wê ya siyasî tê xwestin. Ji bo pêkanîna ewlehiyê û tunekirina îdyolojiya DAIŞ`ê ya tundrew û pêkanîna serkeftina fikrê azad, demokratîk û zanistî hevgirtin pêwîst e.”

Neîse bang li hemû hêzan kir ku ji bo avakirina Sûriyeke demokratîk yekbûyî û derbaskirina fikra tendraw û netewperest, xebateke siyasî hevpar bidin meşandin.

Neîse di berdewama hevpeyvînê de destnîşan kir ku serkeftinên QSD`ê di dirêjahiya têkoşîna xwe ya leşkerî de bi dest xistine û serkeftina wê ya herî dawîn encamên nû derxistin holê. Neîse got: “Eger ew encam bi awayekî rast werin bikaranîn dê aloziya Sûriyê bi rêya diyaloga Sûrî-Sûrî çareser bibe. Her wiha ew serkeftin şert û derfetên ku dibe, carek din teror dibare nabe. Derfet ji hemû hêz û aliyên ku dixwazin aloziya Sûriyê çareser bikin peyda kir. Ji ber wê divê ev derfet baş were bi karanîn û ev jî di destpêkê de erka Meclisa Sûriyê Demokratîk û hêzên siyasî yên din e.”

Neîse li ser bandora serkeftina QSD`ê ya leşkerî li aliyên siyasî bi taybet MSD’ê wiha axivî: “Ev serkeftin QSD`ê tevî baska wê ya siyasî MSD`ê derbasî pêvajoyek nû kir. Her wiha prosesa pêşketina rewşa siyasî ava kir. Ew hêz, baska wê ya siyasî û Rêveberiya Xweser  di hevsengiya siyasî ya Sûrî û herêmî de anîn cihek girin. Bi vê yekê tu alî nikare rola sereke ya van hêzan di pêvajoyên siyasî de paşguh anjî derbas bike. Dê rolek di sererastkirina pisûleya çareseriya alzoiya Sûriyê de bilîzin. “

Di dawiyê de Eksem Neîse îşaret bi însiyatîfa MSD`ê û kongreyên ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dar dikevin kir û wiha axivî: “Ew girîng in, lê têrê nakin. Ji ber wê divê ast yan jî qada diyaloga Sûrî-Sûrî were firehkirin û hejmara kongreyên siyasî zêde bibin. Da destkeftiyên ku heya niha hatine bidesxistin werin parastin û bighêjin kongreyek û diyalogek Sûrî-Sûrî. Da ku hemû hêzên siyasî yên Sûriyê hemêz bikin.”

(şx)

ANHA