Dadgeriya dewleta Tirk biryara girtina hunermend Ferhat Tûnç da.
Rûniştina doza ku bi îdîaya “Ji bo kîn û dijminatiyê gel tevdaye” li hunermend Ferhat Tûnç hatibû vekirin îro pêk hat.
Parêzera Tûnç Damla Koç tevlî rûniştina li 4. Dadgeha Ceza ya Asliye ya Buyukçekmeceyê bû.
Dadger Serkan Buyukçikrikci biryar da ku Tûnç bê girtin. Dadgeriya Tirk 5 dozên cuda li Ferhat Tûnç vekiribû. Di yek ji wan dozan de ceza li Tûnç hatibû birîn.