Komîsyona Hilbijêran a HDP’ê bi 129 wesayitan bi hezaran hilbijêr ji bo dengdanê şand bajarên Kurdistanê.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), ji bo hilbijêrên ku qeyda wan li Kurdistanê ye 129 otobus ji Stenbolê rakir. Hilbijêrên ku wê li Wan, Mêrdîn, Amed û Mûşê dengê xwe bidin, danê sibehê li hev civiyan û hatin birêkirin. HDP wê heta roja hilbijartinê hilbijêran bişîne.

Hilbijêr ji bo îradeya xwe ji destê qeyûman werbigirin berê xwe dan Kurdistanê û piştrast in ku wê bi ser bikevin.

Hevberdevka Karên Rêxistinbûnê ya Rêxistina HDP’ê ya Stenbolê Gonul Karaman got, ew giraniyê didin ser bajarên ku di hilbijartina beriya niha de bi dengekî gelekî kêm winda kiribûn û bajarên ku qeyûm li wan hatine tayînkirin.

Karaman destnîşan kir, ji bo ji şaredariyên hatine desteserkirin bêhtir şaredariyan qezenç bikin, Komîsyona Hilbijêrên Bitevger bi hesasiyeteke mezin dixebite. Karaman diyar kir, li her navçeyê berdevkên wan hene û got, “Me her herêm kir sê parçe û komîsyonên xwe ava kir. Me hilbijêrên ji karker, xwendekar û karkerên demsalî tespît kirin. Ji bo xwe bigihînin rêxistinên me yên bajar û navçeyan me bang kir. Em li bendê bûn xwe bigihînin 3 hezar hilbijêrî û niha nêzî 2 hezar hilbijêrî dişînin.”

HILBIJÊRAN PEYAM DAN

AMÎNE MARÎ: Li Stenbolê xwendekar im, ez ji Mêrdînê me. Ji bo dengê xwe bidim diçim Mêrdînê. Ez welatiyeke vî welatî me. Pêwîstiya yên li wir bi dengê min heye. Ev yek projeyeke baş e, diviyabû bihata kirin. Ji ber ku ez jî hilbijêreke HDP’î me, destekê didim vê projeyê.

MOLLA SANCAR: Diçim Wanê. Li dijî tecrîd û qeyûman, ji bo azadiya xwe diçim. Ji bo şaredariya me vegerînim diçim. Ez li vir karker im. Li welatê me tecrîd heye, qeyûm heye. 7 meh in li vir im. Zarokên min li welêt e. Ji bo debara xwe bikin hatim vir û niha ji bo azadiyê, ji bo dengê xwe diçim Wanê.

ZEKÎ ÇAKMAZ: Ji Îdirê me, ji bo partiya me careke din li Îdirê bi xurtî bi ser bikeve diçim. Ji bo aştî, biratî û azadiyê dengdayin gelekî girîng e. Ez ê bi 1600 km’yî biçim. Dengek dengek e. Bila her kes dengê xwe bide, xwedî li dengê xwe derkeve.

MEHMET HUSEYÎN ÎPEK: Ji Westan a Wanê me. Li Stenbolê me, lê dengê min li wir e. Ji bo partiya me bi ser bikeve diçim dengê xwe bidim. Em ê vê carê Westanê bi dest bixin. Di hilbijartina bihurî de me bi 6 dengan winda kiribû, lê vê carê em bê bi dengekî zêde bi dest bixin. Piştî ku em bi ser ket ez ê vegerim.

RIDVAN ALTAY: Dengê min li Wanê ye. Ji bo partiya me bi ser bikeve diçim Wanê. Ji bo azadiya gelê xwe diçim Wanê. Bang li hilbijêran dikim: bila her kes dengê xwe bide.

NALAN YILDIZ: Em diçin Wanê. Ji bo deng bidin diçin Wanê.

ASYA YILDIZ: Ez ê dengê xwe bidim HDP’ê.