Ji beriya hilbijartina 31’ê Adara 2019’an ku bi çend rojan hin tiştên ku divê hilbijêr lê baldar bin hatin parvekirin. Di hilbijartinê de hilbijêr divê li seatên dengdanê miqate bin.
Di hilbijartinên xwecih de hilbijartinên şaredariya mezin, a seroktiya şaredariya bajêr, a seroktiya şaredariya navçeyê, ya bajarokan, endamtiya meclîsa giştî ya bajêr, endamtiya meclîsê ya şaredariyê û muxtariyê tê kirin. Hilbijêr li gorî bajarê ku lê ne şaredariya mezin e yan na deng didine lîsteyên cuda.
LI ŞAREDARIYÊN MEZIN 4 PUSULA HENE
Li bajarên mezin, mînak li Kurdistanê li Mêrdîn, Wan û Amede, hilbijêr wê 4 pûsûlayan bi kar bînin, yek ji bo şaredariya mezin, yek ji bo seroktiya şaredariya navçeyê, yek ji bo endamtiya meclîsê ya şaredariya navçeyê û yek ji bo muxtariyê.
HIJMARA PÛSÛLAYAN KU WÊ DENG PÊ WERIN DAYIN
Li bajarên ku ne şaredariya mezin in, mînak li cihên mîna Sêrtê, 4 pûsûla wê werin bikaranîn, yek ji bo seroktiya şaredariya Sêrtê, yek ji bo endamtiya meclîsa giştî ya bajêr, yek ji bo endamtiya meclîsa şaredariyê û yek ji bo muxtariyê.
He wiha li Qers Dîgorê, ji bo navçeya Karakoçan a Xarpêtê, ji bo navçeyên Çewlikê jî ev wiha ye.
Li bajarokan jî ji bo şaredartiya bajarokê, ji bo endamtiya meclîsê, ji bo endamtiya meclîsa giştî û ji bo muxtariyê 4 pûsûla hene.
Li gundan jî tenê ji bo muxtariyê û endamtiya meclîsa giştî ya bajêr ra tê avêtin.
RENGÊN PÛSÛLAYAN
Rengê pûsûlaya şaredariya bajarê mezin Spî ye, ya endamtiya meclîsa giştî ya bajêr Tirinci ye, ya ji bo şaredariya navçeyê Şîn e û ya endamtiya meclisa şaredariyê Zer e.
Hilbijêr tenê zarfekê bi kar tînin.
LI KURDISTANÊ DENGDAN DI NAVBEYNA SAET 07.00’AN Û 16.00’AN DE YE
Li bajarên Kurdistanê dengdan saet 07.00’an dest pê dike û saet 16.00’an diqede.
Li van bajaran: Semsûr, Agirî, Çewlik, Bedlîs, Amed, Xarpêt, Erzîngan, Erzerom, Dîlok, Colemêrg, Qers, Meletî, Meraş, Mêrdîn, Mûş, Sêrt, Dersim, Wan, Êlih, Şirnex, Erdexan û Îdirê saet 7.0’an dest pê dike û 16.00’an diqede.
Li bajarên Tirkiyê jî saet 08.00’an dest pê dike û 17.00’an diqede.
Ji bo dengdanê Qerta Nasnameyê ya ku Nimroya TC’yê li ser an jî belgeyên din ên fermî, mîna pasaport, qerta zewacê, belgeya leşkeriyê, ehliyetê û hwd. yên ku nimroya TC’ê li ser wan heye.




