Hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî diyar kir ku li hember serneketîbûna polîtîkaya derve ya desthilatê, di nav civaka Tirkiyê de bertek derdikevin û destnîşan kir ku pêvajoya guherînê ya li Tirkiyê ku bi hilbijartinên herêmî re dest pê kir, dê bandora xwe li Sûriyê jî bike.
Hevserokê Partiya Gelan a Demokratîk (HDP) Sezaî Temellî li ser hilbijartinên herêmî yên Tirkiyê ku dê sibê pêk bên û polîtîkaya Tirkiyê ya Sûriyê, ji ajansa me re axivî. Temellî destnîşan kir ku desthilata Tirkiyê hewl dide têkçûna xwe ya aborî bi polîtîkayên şer asteng bike.
Temellî pêvajoya hilbijartinan nirxand û îşaret pê kir ku pêvajoya hilbijartinê ji du milan ve dimeşe û wiha axivî: “Li hêlekê kampanyaya hilbijartinan a HDP’ê û girseya hilbijêrên wê heye ku li ber xwe didin, qeyûm (karmendên ji hêla hikumeta Tirk ve li şûna şaredarên Kurd hatine tayînkirin), zext û tecrîdê qebûl nake û ji polîtîkayên şer re dibêje na. Li hêla din jî atmosferek heye ku AKP’ê bi kampanyaya xwe ya hilbijartinan çêkiriye. Ev jî yekser dijberî kampanyaya HDP’ê ye û bi alîkariya hêzên ewlehiyê û zimanekî êrîşkar didome. Tirkiye ji hêlekê ve hewl dide ji tarîtiyê xilas bibe, ji hêleke din ve jî ev tarîtî li ser Tirkiyê zextekê çêdike.”
‘Gel dê lîstikên desthilatê di hilbijartinan de pûç bike’
Temellî got di vê pêvajoya rageşiyê de dê qencî bi ser bikeve û di 1’ê Nîsanê de Tirkiye dê ji qeyûman xilas bibe û daxwaza demokrasiyê xurttir derkeve holê. Temellî diyar kir ku roj bi roj li Tirkiyê bêkarî û zem (bihatî) zêde dibe, desthilat nikare çareseriyekê jê re peyda bike û wiha axivî: “Li Tirkiyê mirov hem dixwazin ji şîdeta zextan xilas bibin, hem jî ji qeyrana aborî aciz in. Desthilat hewl dide bi polîtîkayên êrîşkar û cudaxwaz desthilatdariya xwe berdewam bike. Lê belê pirgirêkên civakê zêde dibin û paşguh dibin. Ev demeke dirêj e girseyek heye ku her roj bi zext û zilma qeyûman re rû bi rû dimîne. Gel dê hemû lîstikên desthilatê di hilbijartinan de pûç bike.”
Sezaî Temellî diyar kir ku Tirkiye hewl dide bi polîtîkayên şer ji xwe re wext qezenc bike û wiha axivî: “Desthilat ji hêla siyasî ve ji qidûm ketiye. Em di serdemeke wisa de ne ku îradeyek dernakeve holê da ku qeyrana aborî, siyasî û civakî çareser bike. Desthilat ji demeke dirêj ve di ser Sûriyê re polîtîkaya xwe dimeşîne, dîsa bi heman rê û rêbazên polîtîkayên şer ku li Tirkiyê tên ferzkirin, dixwaze ji xwe re wext peyda bike. Heke îro li Sûriyê DAIŞ xilas bûbe û ji xeynî Idlibê terorê nekarîbe xwe star bike, ev yek nîşan dide ku gelên Sûriyê xwedî li îradeya xwe derdikevin û di warê çareseriyê de gavên girîng avêtine.”
‘Tirkiye bêçareseriyê li Sûriyê çêdike’
Temellî wiha lê zêde kir: “Tirkiye naxwaze li Sûriyê çareserî pêk were. Ev pêvajoyên bêçareseriyê dibin sedema têkçûna siyaseta Tirkiyê. Ji bo çareseriya Sûriyê rê diyar e. Divê gelên Sûriyê werin cem hev û bi hev re çareseriyeke hevpar bibînin. Her wiha divê hêz û raya giştî ya navneteweyî jî piştgiriyê bide vê yekê.”
Di berdewama axaftina xwe de Temellî got bêçareseriya ku Tirkiye bi hinceta ewlehiya xwe derpêş dike, li Sûriyê nahêle pêvajoya çareseriyê dest pê bike û li hember polîtîkaya derve ya desthilatê li Tirkiyê berkek zêde dibin û wiha lê zêde kir: “Pêvajoya guherînê ya li Tirkiyê ku bi hilbijartinên herêmî re dest pê kir, teqez dê bandora xwe li Sûriyê jî bike û dê di hêla çareseriya demokratîk a Sûriyê de tevkariyê bike.”
‘Çalakiyên greva birçîbûnê berteka li dijî sersariyê ne’
Hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî tekez kir ku gelê Kurd bi tenê dê neçe dengê xwe nede, her wiha di vê pêvajoyê de li hember tecrîdê jî têkoşîna xwe gur kiriye. Temellî destnîşan kir ku tecrîda mutleq her ku diçe li Tirkiyê dibe sedema neheqî û bêdadiyê û wiha bi dawî kir: “Vê bêhiqûqiya zêde, dîsa herî zêde bandor li gelê Kurd kir. Bi salan li vê erdnîgariyê têkoşînek tê meşandin lê belê li hember wê bêdengî û sersariyek heye û çalakiyên greva birçîbûnê li dijî vê yekê bertekek in. Heta niha ji bo çalakiyên greva birçîbûnê tu refleks derneketine holê. Heta ku tecrîd bi dawî nebe, nikarin pêşî li mirinan bigirin. Divê her kes, her li ku derê be, daxwazên xwe yên hiqûq û edaletê bi deng bike û li hember tecrîdê bisekine. Heta ku pirsgirêka Kurd neye çareserkirin, ne mimkun e ku li Tirkiyê û li Rojhilata Navîn aştî çêbe.”
ANHA