Endezyar Herêm Mehmûd ê 35 rojin li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de 9 kîlo û Şeyma Endan a 28 roj in di grevê de ye 6 kîlo kêm kirine. Her du çalakgeran eşkere kirin ku îradeya wan xurte û wê çalakiya xwe berdewam bikin.
Li navçeya Kelar a Germiyan çalakiya greva birçîbûnê ya ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ya bêdem û bêdorveger a Herêm Mehmûd 35 roj li pey xwe hişt. Şeyma Ednan 28 roj in bi heman armancê di grevê de ye. Herdu çalakgeran li ser rewşa tenduristiya xwe ji Rojnews’ê re axivin.

Herêm Mehmûd 35 roj in di greva birçîbûnê de ye têkildarî rewşa tenduristiya de ev agahî dan; “Heta niha min 9 kîlo kêm kiriye. Laşê min lewaz bûye. Di warê tenduristiyê de çend pirsgirêkên min dest ketine. Bi awayekî demkî têm kontrol kirim. Lê îradeya min bi hêze û bi hêz heta şikandina tecrîda li ser Rêber Apo çalakiya xwe berdewam bikim.”

Şeyma Ednan jî ev agahî dan; “Ez di roja 28’an de çalakya xwe berdewam dikim. Heta niha min 6 kîlo kêm kirine. Di warê tenduristî de, piyên min diêşin. Lê wê ti deman êş bandoriyê li ser îrade û enerjiya min neke. Raste min 6 kîlo kêm kirine, lê piçek jî îradeya min kêm nebûye.”