Li bajarên Stockholm û Helsingborg ên Swêdê û li bajarê Rennes ê Fransayê, ji bo bidawîbûna tecrîdê û piştgiriya ji berxwedana greva birçîbûnê re çalakî hatin lidarxistin.
Meclîsa Jinên Kurd a Amara û Platforma Piştgiriya bi Çalakgerên Greva Birçîbûnê re, li navenda Stockholmê ji bo şermezarkirina tecrîdkirina Ocalan û piştgiriya ji bo berxwedêrên greva birçîbûnê çalakiyek lidar xistin.
Jinan wêneyên Leyla Guven û berxwedêrên greva birçîbûnê hildan û xemsariya hikumeta Swêdê û Yekîtiya Ewropayê ya li pêşberî grevên birçîbûnê şermezar kirin.
Jin ji kolana Drottningsgatanê ber bi avahiya parlamentê ve meşiyan û li ser grevên birçîbûnê û tecrîdê belavok belav kirin.
HELSINGBORG
Kurdistaniyên li bajarê Helsingborg ê Swêdê, ji bo raya giştî li ser grevên birçîbûnê agahdar bikin li navenda bajêr konê agahdarkirinê vedan.
Çalakgeran wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankartek ji daxwazên çalakgeran vekirin û hem bi rengekî nivîskî hem jî bi rêya sohbetê li ser binpêkirina mafên mirovan a li Tirkiyeyê û tecrîdê agahî dan mirovan.
Konê agahdarkirinê wê 5 rojan vekirî be.
RENNES
Li bajarê Rennes ê Fransayê jin li dijî tecrîdê daketin qadan û ji bo balê bikişînin ser berxwedana grevên birçîbûnê çalakî kirin.
Girseya gel li meydana Colombiayê li hev civiya û bi qîrîna dirûşmên “Em hemû Leyla ne”, “Azadî ji Ocalan re” û “Azadî ji Ocalan re, statu ji Kurdistanê re” heta meydana Republique meşiya.
Di dema meşê de li ser tecrîdê û grevên birçîbûnê belavok hatin belavkirin û daxuyanî hate dayin.



