Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bi tevahî 57 milyon û 58 hezar û 636 hilbijêr ji bo rêveberên xwe yên xwecih diyar bikin wê biçin ser sindoqê. Li bajarên Kurdistanê dengdanê saet 07.00’an des pê kir.

Ji bo hilbijartina xwecih a 31’ê Adarê nêzî 57 milyon û 58 hezar û 636 hilbijêr diçine ser sindoqan.

Dengdanê li ser bajarên Kurdistanê saet 07.00’an dest pê kir û saet 16.00’an wê biqede. Li Bajarên Tirkiyê dengdan wê 08.00’an dest pê bike û 17.00’an biqede.

Heta ku saetên dengdanê li gorî ya diyarkirî teman nebe, deng wê neyên hijmartin.

Qedexe ye ku hilbijêr bi telefonê, bi wênegir, dîmengirê û hwd. biçin cihê dengdanê.

Li ser sindoqê ti kes nikare destwerdanê li hilbijêr bike, nikare pêşniyarê bike. Hilbijêran piştî ku dengê xwe dan wê ji ser sindoqê veqerin.

Heta saet 18.00’an çapemenî derbarên hilbijartinê û encamên wê, nikarin texmînin bikin û şîroveyan bikin.