ŞIRNEX / MÊRDÎN – Li Şirnex û Mêrdînê tevî hemû tedbîrên ewlehiyê û barîna zêde ya baranê jî welatî diçin ser sindoqan û dengê xwe bikar tînin.  Li Navenda Şirnex, navçeyên wê Cizîr, Silopiya, Hezex, Elkê, Qileban û Basan û bajarokan ji saet 07.00’an ve dengdayîn dest pê kir.  Li 19 dibistanên Şirnexê ku ewlehî û tedbîrên polîsan ên li ber dibistanan balê dikişînin ser xwe. Her welatî di têketina dibistanan de tê lêgerînkirin. Derdora avahiya Rêxistina HDP’ê ya Bajêr a Şirnexê jî ji aliyê maşîneyên zirxî ve hatiye dorpêçkirin.  Tevî barîna zêde ya baranê û hewa sar jî welatî eleqeyê nîşanî hilbijartinê didin û dibistan tije ne. Namzetên HDP’ê yên Hevşaredariya Şirnexê Hişar Osal û Nurcan Alturk, Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Hasan Ozguneş jî dengên xwe bikar anîn. Maseya krîzê ya HDP’ê hatiye avakirin û li dijî hîleyan tevdigere.  TEDBÎRÊN ZÊDE HENE  Li Cizîrê jî tevî barîna zêde ya baranê jî gel diçe ser sindoqan. Hin hilbijêr bi cilên xwe yên gelêrî diçin dengdayînê. Li dibistanên dengdayîn didome balkêşe ku polîsan dibistan dorpêç kiriye.  Namzetên Hevşardariya Cizîrê Bêrîvan Kutlu û Mehmet Zirig dengên xwe bikar anîn û xwestin zextên di hilbijartinê de bên bidawîkirin.  Li aliyê din Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Nuran Îmîr û komek HDP’î xwestin biçin biçin Dibistana Îsmaîl Ebul Îz. Lê polîsan HDP’iyan bi hêceta “ferman wisa ji me re hatiye” asteng kirin. Piştî demek şûn ve heyetê berdan hundirê dibistanê.  MÊRDÎN  Li Navenda Mêrdîn û navçeyên wê jî ji saet 07.00’an ve dengdayîn dest pê kir û didome. Li hemû navçe û navenda bajêr polîsan ewlehiyên tedbîrê girtine. Polîsên sivîl li ber dibistanan hatine rawestandin.  Li navçeyên Mêrdînê di nava welatiyên diçin ser sindoqan de dengên xwe bikar bînin welatiyên pîr û kal jî hene. Ev welatî hemû balê dikişînin ser xwe. Welatiyên astengdar û extiyar bi alîkariya xizmên xwe tên dibistanê. Li tevahiya bajêr heta niha der barê binpêkirina mafên hilbijartinê de agahiyek nehatiye. Li Gundê dîrokî yê Dara yê girêdayî Navçeya Artukluyê ji ber hilbijartina keyayan nîqaş derket. Eskeran mudaxeleyî nîqaşê kirin û nîqaş bi dawî bû.  Parve bike: