Di merasîma bîranîna şehîdên meha Adarê yên Minbicê de, fermendarê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Mehmûd El-Elî, anî ziman ku tinekirina DAIŞ`ê mîna qutkirina lingê axtapotê ye û got: “Ev yek bi rêya rizgarkirina Efrînê pêkan e.
Meclisa Malbatên Şehîdan a Minbic û gundewarê wê îro merasîma bîranîna şehîdên meha Adarê li Goristana Şehîdan a Minbicê organize kir. Bi dehan şêniyên Minbicê, endamên komîte û saziyên girêdayî Rêveberiya Sivîl a Demokratîk tev li merasîmê bûn.
Merasîm bi deqeyek rêzgirtin li gel torenek leşkerî destpê kir. Paşê bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan, endama meclisê Hesna El-Zahir axivî û anî ziman ku şehîdan ji bo parastina gel û axa xwe destanên lehengiyê nivîsandin û ji cîhanê re isbat kirin ku ew gelek azadî û aştîxwaz e.
Hesna serkeftina QSD`ê li malbatên şehîdan pîroz kir.
Piştre bi navê Meclisa Leşkerî ya Minbic fermendar Mehmûd El-Elî axivî û serkeftina QSD`ê li malbatên şehîdan pîroz kir. El-Elî diyar kir ku ji bo tinekirina hişmendiya DAIŞ`ê hevgirtina gelên herêmê pêwîst e û destnîşan kir ku tinekirina DAIŞ`ê ji aliyê leşkerî ve mîna qutkirina lingek ji lingên axtapotê ye û got: “Ev yek wê bi rêya rizgarkirina Efrînê pêkane be.”
El-Elî soza şopandina rêya şehîdan heya dilopa dawî da.
Piştî bi dawîbûna axaftinan mûm li gorên şehîdan hatin vêxistin.
(şx)
ANHA





