STENBOL – Namzete CHP’ê yê Stenbolê Ekrem Îmamoglu ku cara 8’emîn derket pêşberî kamereyan, diyar kir ku li gorî hesabê wan CHP li Stenbolê bi 29 hezar û 408 dengan di pêş de ye û got: “Me Stenbol qezenç kir. Ser xêrê be. ”  Namzetê CHP’ê yê Şaredariya Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglu, cara 8’emîn derket pêşberî kamerayan û daxuyanî da. Îmamoglu, li Navenda Koordînasyona Hilbijartinê ya Stenbolê derket pêşberî kamerayan. Seroka CHP’ê ya Stenbol û Serokê İYİ Partî yê Stenbolê jî li gel Îmamoglu derketin pêşberî kamerayan. Îmamoglu, bi çepik û tezahuratan derket pêşberî kamerayan. Îmamoglu wiha got: “AA erka xwe pêk neanîye. Ez şermezar dikim. 3 saeetin daneyan parve nake. Ez bang li rayedarên AA dikim ku erka xwe pêk bîne. Heta ku ev pêvajo bi encam bibe ezê sindoqan bişopînim. Li gorî daneyên di destê me de dengê ketiye 31 hezar û 186 sindoqan, 30 hezar û 86 sindoq bi encam bûne. Em li gorî vê yekê bi 29 hezar û 408 dengan li pêş in. Me Stenbol qezenç kir ser xêrê be.”