Eger em hêza xwe ya li Ewropayê bi rengekî rast bi kar bînin, em ê encamê bi dest bixin.
Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) Yuksel Koç ku 107 roj in li Strasbourgê di greva birçîbûnê de ye, li ser greva birçîbûnê û karên divê werin kirin nivîsî.
Koç diyar kir, faşîzma AKP-MHP’ê ji bo nirxên gelê me yên bi berdêlên mezin hatine afirandin tine bike, bi rengekî topyekûn êrîşî nirxan hemûyan dike û got, “Di siyaseta xwe ya dijî Kurdan de ti pîvanên exlaqî nas nake û dixwaze bi tinekirina hebûna Kurdên azad encamê werbigire. Ji bo vê jî destpêkê êrîşî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dike ku afirînerê paradîgmaya jiyana wekhev û azad a hemû nasnameyan, baweriyan, ekolojîst û azadîparêziya jinê ye.”
Koç bi bîr xist, bi şidandina tecrîdê re hewl tê dayin têkiliya navbera Rêberê Gelê Kurd bi gelan re bê birîn û diyar kir, “Eger em nikaribin pêşî li tecrîdê bigirin, em ê nikaribin êrîşên li dijî gelên Kurdistanê yên li parçeyan hemûyan, nikaribin pêşî li şer û komkujiyên li Rojhilata Navîn bigirin. Her wiha em ê nikaribin zextên faşîst ên li ser têkoşîna wekhevî û demokrasiyê ya li Tirkiyeyê beralî bikin. Lewma li dijî êrîşên topyekûn pêwîstî bi berxwedaneke topyekûn heye.”
EM Ê ÇALAKIYA XWE BIDOMÎNIN
Yuksel Koç da xuyakirin, berxwedana wan a greva birçîbûnê ya li Strasbourgê di roja 107’emîn de ye û anî ziman, “Bi moral û biryardariyeke mezin heta ku encamê werbigirin em ê çalakiya xwe bidomînin. Berxwedana me ya greva birçîbûnê ji niha ve destketiyên mezin afirandiye. Eşkere bû, dema ku tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd bi dawî bibe, meşa azadiyê ya mirovahiyê û gelê me, wê rê li ber pêşketiyên mezin û dîrokî veke. Ji ber vê yekê serketina berxwedana me, sekneke bi rûmet, bi berpirsyariya dîrokî ya ji bo serketina têkoşîna demokrasî, wekhevî, azadiya mirovahiyê û gelê Kurdistanê ferz dike.
Taybetmendiya herî balkêş a berxwedana greva birçîbûnê, aliyê wê yê fedayîbûnê ye. Pêşenga berxwedanê Leyla Guven, li Hewlêrê Nasir Yagiz, li Kanadayê Yûsûf Îba, li Gallerê Îmam Şîş, li Strasbourgê 14 berxwedêr, li Duisburgê Mele Mûstafa, li Kasselê Omer Bagdûr-Cemal Kobanê, li Hollandayê Huseyîn Yildiz-Hasbî Çakici, li Silêmaniye, Viyana, Cenevre û Îtalyayê berxwedêr hemû mirovên welatparêz ên vî gelî ne ku xwedî malbat û zarokan e. Hemûyan bi biryara xwe ya şexsî dest bi vê berxwedanê kirin. Coş, biryardarî û xwedîderketina di cejna Newrozê de ku li welêt û Ewropayê derkete holê, nîşan da ku berxwedan êdî bûye berxwedana gel. Rojeva gelê me û mirovên xwedî wijdan, bidawîkirina tecrîdê û pêkanîna serketinê ye.”
ENCAM WÊ BI BERXWEDANÊ DIYAR BIBE
Yuksel Koç ragihand ku nêzîkatiya xemsar wê jiyana berxwedêran bixe nava metirsiyê û got, “Divê em ti carî ji bîr nekin; berxwedana bi biryar a me û dostên me wê bike ku sazî û dewletên navneteweyî bikevin nava liv û tevgerê. Em; hevalên li ber xwe didin gelekî bi biryar in û berdêl çi be me dane pêş çavên xwe ku wê berdêlê bidin. Encamgirtina di demeke kurt de, bi berxwedana li derve, bi mezinkirina berxwedana me ya topyekûn dibe. Eger em hêza xwe bi rengekî rast bi kar bînin, em ê karibin li Ewropayê encamên gelekî baş bi dest bixin. 457 navend, meclîs û 27 saziyên sîwanî û pêkhateyên wan hene. Eger em van saziyên xwe ji bo bicihanîna daxwazên berxwedêran seferber bikin, wê sazî û dewletên navneteweyî mîna serdema Kobanê bikevin nava liv û tevgerê.”