Li paytexta Îngilîstanê Londonê, greva birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger a 3 kesan ji 14’ê Adarê ve didome. Komek ji 15 kesan jî ji bo piştgiriyê bide berxwedêrên greva birçîbûnê dest bi greva birçîbûnê ya bi dorvegerî kir.

Kurdistaniyên bi navê Alî Poyraz, Nahîde Zengîn û Mehmet Saît Yilmaz, ji 14’ê Adarê ve li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger de ne. 

Komek ji 15 kesan ku piraniya endamên komê jin in, ji bo piştgiriya berxwedêran bike doh êvarê dest bi greva birçîbûnê ya bi dorvegerî kir.

Çalakî bi daxuyaniya çapemeniyê ya li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a li Londonê dest pê kir. Greva birçîbûnê wê 5 rojan carekê bi dorvegerî bidome.