Serokê Cezayîr Ebdulezîz Boteflîqayê ku ev demeke li dijî wî xwepêşandan têne kirin, beriya ku dema serokatiya wî bi dawî bibe, îro fermî îstîfa kir.

Li gorî medyaya Cezayîrê Ebdulezîz Boteflîqayê, Meclisa Zagonî bi îstîfaya xwe agahdar kir.

Ajansa fermî ya nûçeyan a Cezayîrê diyar kir ku Boteflîqayê  fermî îstîfa kir û biryara îstîfaya xwe radestî Meclisa Zagonî kir.

Îro beriya îstîfeya serokê Cezayîrê, Serok Erkanê Artêşa Cezayîrê Ehmed Qayid Salih civîneke ji fermandarên artêşê re li avahiya Wezareta Parastinê li dar xist. Piştî civînê daxuyanî da û got, ew nikarin li hemberî komployên kesên ku welat talan dikin bêdeng bimînin. Her wiha bang kir ku bila madeyên 7, 8 û 102 a destûrê yekser werin pêkanîn.

Serok Erkanê Artêşa Cezayîrê gotibû, hemû biyarên ku ji derveyî destûr têne girtin, bi tu awayan nayên qebûlkirin.