Bi nêzîkbûna rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re li kantonên Kobanê û Girê Spî çalakiyên cûda hatin lidarxistin.
Îro li bajarê Kobanê bi sedan şêniyên bajarokê Taşlûkê bi boneya 4‘ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re ya 71`an şahiyek li dar xistin. Her wiha Meclisa Malbatên Şehîdan bi vê boneyê dar û gul li Goristana Şehîd Dîcle li bajarê Kobanê çandin.
Bi sedan şênî tevî endamên rêveber ên meclisên bajarokê Til Xezalê û navçeyên Celebiyê û Şîran û nûnerên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) tevlî çalakiyê bûn.
Di şahiyê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hildan. Di çalakiyan de hevserokê Meclisa bajaroka Taşlûkê Mihemed Bozî axivî û diyar kir ku bi saya fikr û felsefeya Ocalan gelek destkeftî di Şoreşa Rojava de hatine bidestxistin.
Her wiha endama rêveber a bajarokê Hesna Bozî axivî û bang li tevahiya jinan kir ku asta têkoşînê bilind bikin heya azadiya Ocalan.
Ji aliyê xwe ve hevserokê Meclisa PYD‘ê ya navçeya Şîran Salih Nûh rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir û destnîşan kir ku ev roj li cem gelên bindest rojek pîroz e.
Salih her wiha behsa kurtejiyan û têkoşîna Ocalan kir.
Paşê Koma Hawar a govendê ya girêdayî Komîteya Çand û Hunerê ya bajarokê Taşlûkê, endamên Navenda Çand û Hunerê ya Celebiyê helbestên girêdayî welat û gelê Kurd, koma Şehîd Siyamend û Berxwedan ên girêdayî navçeya Şîran berhemên xwe yên hunerî pêşkêş kirin.
Têkildarî heman mijarê Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Kobanê îro dar û gul li Goristana Şehîd Dîcle û Şehîdên komkujiya 25`ê Hezîranê çandin. Endamîn saziyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û saziyên civaka sivîl tev li çalakiyê bûn.
Di çalakiyê de endama Koordînasyona Kongreya Star a Kobanê Zehra Berkel axivî û rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li tevahiya gelan pîroz kir. Zehra anî ziman ku fikr û felsefeya Ocalan rêya azadî û rûmetê xêz kiriye û soza mezinkirina asta têkoşînê heya pêkanîna projeya neteweya demokratîk a Ocalan da.
GIRÊ SPÎ
Bi heman mebestê îro li Girê Spî meclisa kantonê semînerek girêdayî kurtejiyan û têkoşîna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan organize kir.
Bi dehan endamên saziyên kantonê di semînerê de amade bûn.
Cîgirê hevserokatiya Meclia Kantona Girê Spî Sebrî Nebo di semînerê de axivî û got ku Ocalan rolek sereke di bidestxistina destkeftiyên ku di Şoreşa Rojava de hatine bidestxistin lîstiye.
Nebo destnîşan kir ku projeya neteweya demokratîk a Ocalan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tê û tevahiya pêkhateyên herêmê di bin sîwanekê de bi awayekî demokratîk kom dike.(