Di encama topbarana komên çete li ser taxên bajarê Helebê de, zarokekî jiyana xwe ji dest da û şêniyek birîndar bû. Hêzên rejîmê jî li rojava û bakurê bajêr bersiv da.
Çavkaniyên taybet ji ANHA`yê re diyar kir ku komên çete yên girêdayî dagirkeriya Tirkiyê derdora Mizgefta El-Îman a taxa Helebê El-Cidîdê bi çekên doçka kir hedefa xwe. Di encamê de sivîlek birîndar bû.
Çavkaniyan tekez kir ku di encama topbarana hewanan de ji aliyê komên çete ve li ser taxa Mesekin El-Sebîl û kolana Tişrîn a Helebê, zarokê bi navê Hisên Isfûr (13) jiyana xwe ji dest da.
Hêzên rejîmê jî bersiva topbaranê da û bi çekên giran cihên çeteyên li Cemiyê El-Zehraa, El-Raşidîn û Bihûs Ilmiyê yên aliyê rojavayê Helebê topbaran kirin.
Li bejahiya bakurê rojavayê bajarê Helebê, hêzên rejîmê bajarê Kefir Hemra kir hedefa xwe, di encamê de gelek sivîl birîndar bûn. Di dîmenekê de zirarên madî di mal û milkên sivîlan de pêk hatine, diyar dibin.
Şeva derbasbûyî jî topek li taxa Suryan El-Cidîdê ya bajarê Helebê ket. Çavkaniyan diyar kir ku di encama wê yekê de zirarên madî pêk hatin.