Tevgera Çep a Wagenknecht gelekî balê dikişîne

Tevgera Çep a Wagenknecht gelekî balê dikişîne

Li dijî populîzma rastgir ku li Elmanyayê zêde bûye, bi pêşengiya Seroka Koma Partiya Çep Sahra Wagenknecht tevgereke nû ya çep rû da. Tevgerê ji niha ve gelekî bal kişand.

Tevgera bi navê “Rabe ser piyan” li ser înternetê dest pê kir û di hefteya destpêkê de 50 hezar kesî destek dan tevgerê.

Sahra Wagenknecht li Elmanyayê ya ji kesayetên sereke yên eniya mûxalefeta çepgir e. Bi pêşengiya Wagenknecht hefteya bihurî tevgereke nû ya çep dest pê kiribû. Tevger, ji bo hemû mirovên ji bê edaletiya civakî û zêdebûna rastigiriya tund a li Elmanyayê aciz in li hev bicivin, wê 4’ê Îlonê bi rengekî fermî were ragihandin.

Beriya ragihandina fermî, tevgera bi dirûşma “Rabe ser piyan” li ser înternetê ji raya giştî ya Elman re hate ragihandin. Armanc ji vê tevgerê ew e ku ne tenê endamên Partiya Çep, her wiha yên Partiya Sosyal Demokrat (SPD) û Partiya Keskan jî di bin sîwanekê de li hev bicivîne. Di hefteya destpêkê de ji qada siyasetê heta ya çandê gelek kesî destek dan vê tevgerê.

Hin wekîlên berê yên ji SPD û Partiya Keskan jî piştgirî dan. Li gorî anketa kovara “Focûs”ê ku ji aliyê şîrketa Emnîd ve hate kirin, yek ji sê Elmanan wê dengê xwe bidin tifaqa çep a bi pêşengiya Wagenknecht.

PIRANIYA ELMANAN JI BÊ EDALETIYÊ GILÎ Û GAZINAN DIKIN

34 ji sedî yê dengdêran destekê didin vê tevgerê. Li gorî vê yekê, 87 ji sedî yên Partiya Çep, 53 ji sedî yên partiya Keskan û 37 ji sedî yên partiya SPD’ê dibêjin, eger tifaqeke bi vî rengî tevlî hilbijartinê bibe wê destekê bidin wê.

58 ji sedî yê Elmanan dibêjin li Elmanyayê bê edaletî hye. Rêjeya Elmanên ku dibêjin, ‘li welêt edalet heye’ 38 ji sedî ye.  Wagenknecht û hevalên wê yên dest bi vê tevgerê kirin, ji encamên anketê kêfxweş in.

Ji ber ku hejmara kesên ku di hefteya destpêkê de destek dan tevgerê û qeyda xwe lê çêkirin, 50 hezar derbas kir. Wagenknecht dixwaze mîna Bernîe Sanders li DYA, Jeremy Corbyn li Îngilîstanê û Jean-Lûc Mêlenchon li Fransayê, ew jî li Elmanyayê tevgereke bi heman rengî ava bike. Nayê zanîn ku çiqasî karibe vî karî bi ser bixîne. Lê belê pispor bi rengekî erênî li ser vê tevgerê diaxivin.

PISPOR: ŞENSÊ TEVGERÊ HEYE

Pisporê zanistên siyasî yê Zanîngeha Frankfûrtê Andreas Noelke yek ji wan kesan e ku li gorî wî, şensekî baş ê vê tevgerê heye. Noelke bi bîr xist ku li welatên rojavayî tevgera çep bi pêş ve diçe û rewşa li DYA’yê weke mînak nîşan da. Noelke got, “Me dît ku li wê derê bi taybetî ciwanan çiqasî xwe nêzî Bernîe Sanders kirin.”

Li gorî Dîrektorê Navenda Lêkolînên Siyasî ya Zanîngeha Munchen Lûdwîg-Maxîmîlîans Werner Weîdenfeld, şensê Wagenknecht û hevalên wê hene, lê belê divê stratejiya tevgerê baş bê destnîşankirin.

NAVNÎŞANÊN ME