Bi armanca protestokirina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd û bal kişandina ser grevên birçîbûnê li Swîsre, Fransa û Elmanyayê çalakî hatin kirin.

Çalakiyên ji bo protestokirina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd û bal kişandina ser grevên birçîbûnê yên bi pêşengtiya Hevseroka KCD’ê û Parlementera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven hatine destpêkirin li Ewropa dewam dikin.

 ZURIH

Li ser banga Platforma Piştevaniya bi Grevên Birçîbûnê re li bajarê Zurîh ê Swîsreyê li qada Rathaûsê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate protestokirin û piştgiriya grevên birçîbûnê hate kirin. Di çalakiyê de belavoka bi zimanê Elmanî hatibû amadekirin hate xwendin.

BERN

Li ser banga Meclîsa Jinan a Mizgîn li Bahnhofplatz a li pêşiya stasyona trenê ya li navenda bajar bi pankarta ‘Li dijî tecrîdê aktivîstên Kurd di greva bêdawî û bêdorveger de ne’ û hildana berxwedêrên grevan û şehîdên ji bo tecrîdê canê xwe bexşandine çalakiyek hate kirin. Di çalakiyê de ji aliyê Atolyeya TEV-ÇAND a Bernê ve şanoya li ser grevên birçîbûnê hatibû amadekirin hate nîşandan. Çalakî bi belavoka bi Elmanî hate xwendin û şûnde bi dawî bû.

Li aliyê din Jinên Femînîst ên Enternasyonalîst di çarçoveya kampanyaya ‘Ji bo 7 hezar girtiyan, 7 hezar pankart’ ketin refên Zanîngeha Bernê û li ser texteyan nivîsên li ser grevan û tecrîdê nivîsîn.

DELEMONT

Li bajarê Delemontê jî li ser banga Platforma Piştevaniya bi Grevên Birçîbûnê re li stasyona trenê ya li navendê bi girtina devê xwe di serî de CPT û saziyên navneteweyî protesto kirin.

AARAÛ

Bi çalakiya li bajarê Aarûayê jî bi çalakiya hate kirin di serî de tecrîd hate protstokirin û deste hate dayîna çalakiyên grevên birçîbûnê.

VÎLLÎER LE BEL

Li Vîllîeres le Bel a banliyoyên paytexta Fransa Parîsê Kurdistanî bi armanca destekdayîna berxwedêrên di grevan de bi pêşengtiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a Vîllîeres le Belê li Gara Trenê ya Vîllîers-le Bel meşek pêk anîn. Di meşê de posterên Ocalan, alên PKK, KCK, YPG hatin hildan û dirûşmên ‘Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statû’ û ‘Tecrîdê bişkînin û faşîzmê hilweşînin’ hatin qîrkirin.

BORDEAÛX

Kurdistanî û dostên xwe ji bo protestokirina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û piştevanîkirina bi berxwedêrên di grevê de ne li navenda bajarê Bordeaûxê meşek lidar xistin.  Di tevahiya meşê de dirûşmên dilsoziya bi Ocalan re hatin qîrkirin.