Li Saziya Malbatên Şehîdan a Wargeha Penaberan ya Mexmûrê rojbûna Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan bi tevlîbûna xelkê wargehê, bi birîna pasteyê hat pîroz kirin.
Duh êvarî li Saziya Malbatên Şehîdan a Wargeha Penaberan ya Mexmûrê 70.emîn salvegera rojbûna Rêberê PKK’ Abdulah Ocalan bi tevlîbûna tevahî gelê wargehê, bi birîna pasteyê hat pîroz kirin. Pirozbahiyê bi deqeyekî rêzgirtin ji bo tevayî şehîdên têkoşîna azadiya Kurdistanê hat destpêkirin. Piştî rêzgirtinê ji Meclîsa Îştar Cîhan Çiya li ser girîngiya rojê axivî.
Cîhan Çiya destpêkê xêrhatina gelê amade kir û destnîşan kir ku Rêber Apo ji biçûkatî heta vî temenê xwe her tim di nava lêgerînên azadiyê de ye û wiha domand: “ Rêber Apo bi fikir û ramanên xwe mirov dikare bêje ji zarokekî bigre heta yên mezin, xwe di dilê her kesê de bi cih kiriye.”
Çiya di dewamê rojbûna Ocalan li tevahî şervanên azadiyê, berxwedanvanên girtîgehan, çalekgerên di greva birçîbûnê de û gelê Kurd pîroz kir. Piştî axaftinê sînevîzyona ku li ser jiyana Ocalan hatibû amadekirin hat nişandan. Bi wê ve girêdayî pasteya kû ji bo Ocalan hatibû çêkirin ji aliyê çend dayîkên şehîdan ve hat birîn. Bi birîna pasteyê re gel bi dirûşmeyên ‘4’ê Nîsanê li Rêber pîroz be’, ‘Bijî Serok Apo’ qêriyan.
Piştî birîna pasteyê koma çand û hûnerê ya govendê a şehîd Nudem bi dîlana xwe gel coşand. Piştî wê Ehmed Îke bi stranên xwe yên gelêrî govend da gerandin.
Pîrozbahî bi gerandina govendê bi dawî bû.