Çalakiya Yûsûf Îba ê li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di roja 83’an a greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger de ye bû rojeva Parlementoya Kanadayê.

Parlementer Garnet Genûîs ê çalakiya Îba bire rojeva parlementoyê, daxwaza kir ku guh bê dayîna berxwedanê wî.

Tevî hemû pirsgirêkên tenduristiyê çalakiya greva birçîbûnê ya Yûsûf Îba ya di roja 83’an de dewam dike. Duh li Parlementoya Federal a Kanadayê Îba bûbû rojeva parlementoyê û daxwaz hatibû kirin ku guh bê dayîna dengê Îba, ji bo zextên pêwîst li ser Tirkiyeyê bê kirin, divê xebat b ê kirin.
Rapora ji aliyê koma partiya Muhafazakar (Conservatîve) a partiya muxalîf a sereke ye, Parlementer Carnett Benûîs ve hate xwendin. Bal hate kişandina ser rewaş Îba û binpêkirinên mafê mirovan