4 berxwedêrên ku li paytexta Elmanya Berlînê li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ne, bênavber tên ziyaretkirin.
4 çalakgerên ku li bajarên Duisburg, Nurnberg û Kasselê dest bi greva birçîbûnê kiribûn, ji 29’ê Sibatê û pê ve li paytext Berlînê çalakiya xwe didomînin.
Berxwedêr rojên destpêkê yên çalakiyê li cihekî navbera Parlamenta Elmanyayê ya Federal û avahiya Serokwezaretiyê di hundirê karavanekê de li ber xwe didan. Ji ber giranbûna pirsgirêkên tenduristiyê, berxwedêr li komeleya NAV-DEM’ê ya li Berlînê çalakiya xwe didomînin.
Ji Dortmund, Bochum, Essen, Meklenburg, Dresden, Leipzig û gelek bajarên din ên Elmanyayê Kurdistanî serdana çalakgeran dikin.
Ji kedkarên çapemeniya azad a Kurd Hêvî Gabar yek ji mêvanên berxwedêran bû. Hêvî Gabar got, “Berxwedana hevalan bi rastî jî gelekî deng veda, em jî xwe li pêşberî wan berpirsyar dibînin” û wiha dewam kir: “Em heta dawiyê tevlî daxwazên wan dibin. Em ji hêzên komploger û antî şoreşger re vê dibêjin; Em ê tecrîd û êşkenceya li dijî Rêber Apo tê kirin ti carî qebûl nekin.”
Îbrahîm Ozsûlar ê ji Eyaleta Meklenburgê hate serdana çalakgeran got, “Ez bang li Kurdistaniyan hemûyan dikim; li vê erê mirov ji bo me, ji bo rizgariya Kurdistanê bedena xwe dane ber mirinê û roj bi roj dihelin. Di rewşeke wiha de nabe ku em li mala xwe rûnên û tiştekî nekin. Divê em van berxwedêran bi tenê nehêlin, timî bi wan re bin.”
Firat Tûzak ê ji Bochûmê serdana çalakgeran kir got, “Em heta dawiyê bi van hevalên xwe re ne ku li dijî tecrîdkirina Rêber Apo bedena xwe kirine sîper. Bang li welatparêzan hemûyan dikim, ji bo heval jiyana xwe ji dest nedin, têbikoşin.”
Ji berxwedêrên greva birçîbûnê Cemal Kobanê jî got, “Em bi hatina we kêfxweş bûn. Em gelekî bi biryar in û bawer dikin ku em ê bi ser bikevin. Bila gelê me di vê mijarê de gumanan neke. Em dixwazin vê yekê bi vekirî bêjin; em vê hêza xwe ji gelê xwe û Rêber Apo werdigirin… Eger em çalakiyên xwe veguherînin çalakiyên encamgir, wê demê em ê teqez bi ser bikevin.”
Berxwedêr Şiyar Xelîl jî got, “Vê berxwedanê manewiyata me ji nû ve afirand, xurt kir û ji ber vê yekê hatina we jî em hîn bêhtir bi hev ve girê da. Em ji nû ve xwedî li hev derdikevin. Ji roja ku berxwedanê destpê kiriye û vir ve, em baş zanin ku gelê me qet nesekinî. Lê xuya ye ev jî têrê nake. Berlîn navendeke girîng e, yek ji navendên girîng ên biryardarê yên Ewropayê ye. Ji bo em vê navendê bixin nava liv û tevgerê, ji bo em bala raya giştî ya dinyayê hîn bêhtir bikişînin ser vê yekê, me biryar dan ku berxwedana xwe bidomînin. Divê gelê me jî ji niha û pê ve hîn bi xurtî piştgiriyê bide berxwedana grevên birçîbûnê.”