HDP’ê ji bo bidawîkirina tecrîdkirina Ocalan û piştgiriya ji bo girtiyên di gerva birçîbûnê de ye, li çar navçeyên Stenbolê meş û xwepêşandan li dar xist.
Meşên ku ji aliyê HDP’ê ve hatin organîzekirin, roja Şemiyê li navçeyên Kartal, Gazîosmanpaşa û Başakşehîrê bi rengekî hevdem pêk hatin. Meşa ku li navçeya Sûltangaziyê bihata lidarxistin, li astengiya polîsan rast hat.
Di çalakiyan de işaret bi grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîdkirina Ocalan hate kirin.
Hevseroka HDP’ê ya navçeya Sûltangaziyê Zubeyde Înce ji polîsên ku li pêşiya meşa wan bûn asteng re got, “Her kesên ku ji bo hûn li pêşiya meşa me bibin asteng ferman dan, wê roj bê ew ê hesabê vê bidin.”
Ji ber astengkirina meşê, HDP’î li cihê lê bûn rûniştin û çalakiya rûniştinê pêk anîn. Lê belê polîsan careke din gefa êrîşê li HDP’iyan xwarin. Girseya gel heta demekê çalakiya xwe domand û piştre vegeriya avahiya HDP’ê.”