Hêzên Ewlekariya Hundrîn li Dêrazorê hewldaneke çeteyan a êrîşa xwekuj têk bir. Çeteyan xwest li ser bendeke kontrolê ya deriyê veguhestina gundê Hisan ê Dêrazorê êrîşeke xwekujiyê pêk bînin.

Piştî ku çeteyên DAIŞ`ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têk çûn, çeteyên DAIŞ`ê hewl didin bi rêya şaneyên veşartî karê terorî pêk bînin. Bi vê yekê hewl didin aramî û ewlehiya herêmê tevlihev bikin.

Di vê çarçoveyê de Hêzên Ewlekariya Hundirîn şevê din saet di 22:10`an de li gundewarên  rojavayê Dêrazorê hewldana çeteyekî ku dixwest xwe li ser benda kontrolê ya li ser deriyê veguhestina gundê Hisan êrîşeke xwekuj pêk bîne, têk bir.

Li gorî berpirsên Hêzên Ewlekariya Hundirîn ku çeteyan xwest bi awayekî veşartî derbasî benda kontrolê bibin, lê hêzên Ewlekariya Hundrîn tevgera çeteyê ku kembereke teqemeniyê bi wî re dît û beriya ku bigihîje bendê, ew sekinandin.

Çeteyê xwekuj beriya ku bigihîje benda kontrolê, kembera xwe ya teqemeniyê teqand, bêyî ku tu zirar derkevin.

(bx) 

ANHA