Parlamentera Partiya Çep a Elman Zaklin Nastic diyar kir, rewşa girtiyên siyasî yên li Tirkiyeyê cihê fikaran e û got, “Bêdengiya civaka navneteweyî û hikumeta federal cihê şermê ye.”
Bêdengiya welatên Ewropayê bi taybetî Elmanyayê ya li pêşberî berxwedana grevên birçîbûnê ya li dijî tecrîdê balê dikişîne.
Endama Meclîsa Federal a Partiya Çep Zaklin Nastic daxuyaniyek da û bêdengiya civata navneteweyî bi taybetî hikumeta federal a bi serokwezaretiya Angela Merkel bi tundî rexne kir.
JI BO GIRTIYÊN SIYASÎ BANGA EDALETÊ!
Parlamentera Elman Nastic diyar kir, bûyerên li Tirkiyeyê diqewimin, her wiha rewşa girtiyên siyasî yên li Tirkiyeyê wê gelekî dixe nava fikaran û got, “Rejîma Erdogan demeke dirêj e ji nirxên bingehîn ên mafên mirovan û dewleta hiqûqê dûr ketiye. Bêdengiya civata navneteweyî û hikumeta federal cihê şermê ye. Ji bo girtiyên siyasî yên li Tirkiyeyê hemûyan daxwaza edaletê dikim.”
Partiya Çep a Elman, meha adarê piştgiriyeke girîng dabû çalakgerên greva birçîbûnê ku dixwazin tecrîda li Îmraliyê bi dawî bibe. Hevserokê Partiya Çep Bernd Riexinger, hevserokê koma partiyê Dietmar Bartsch û alîkara hevserokên partiyê Martina Renner jî di nav de 20 wekîlan deklarasyonek îmze kiribûn û bang li Tirkiyeyê kiribûn ku di çarçoveya pîvanên dewleta hiqûqê de nêzî girtîgehan bibe.
Tevî ku di ser vê deklarasyonê re 10 roj derbas bûne, hîn jî hikumeta Merkel li ser mijarê gavek neavêtiye.